Ji jinên PYD'yî pêngava "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e"

Jinên PYD'yî bi daxuyaniyekê pêngava "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e" ragihand û bang li hemû jinan kir ku beşdarî pêngavê bibin.

Ji jinên PYD'yî pêngava "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e"
3 îlon, 2020   13:15
QAMIŞLO

Di  demên dawîn de li herêmên dagirkirî bi taybet û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî asta qetilkirina jinan û tundiyê zêde bûye. Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk ( PYD) bi daxuyaniyekê pêngava sînordarkirina qetilkirina jinan ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

Vîna jinan di ser her tiştî re ye, ji ber jin civak  û jiyan e. Di pêvajoya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de anku, Şoreşa Jina Azad doza gelê xwe gihand rêya giştî û ji wê demê û şûn ve ji bo tevahiya jinên cîhanê jin bûn sembola jinana azad û di nava qadên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û aborî isbata xwe kir.

Jinan dîrok nivîsand, di demekê de ku li tevahiya cîhanê, nexasim li Rojhilata Navîn û li erdnîgariya Sûriyê kaosek heye jinan civaka me parastin, lê mixabin hîn jî bi navê şeref û namûsê tundî û qetilkirin berdewam in.

Têkildarî vê rewşê em wekî Meclisa Jinan a PYD`ê pêngava "Ji qetilkirinê re êdî bes e" radigihînin.

Ji ber jinan bi destekî çeka xwe rakir û bi destê din jî dergûşa zaroka xwe hejand, jinan ol û mezheb parastin, hebûn û xwebûna xwe parastin, şerefa welat parast, lewra em bi dengekî bilind dibêjin dev ji paşverûtiyê berdin, dev ji desthilata xwe ya li ser jinan berdin, ji zewacadina zarokan bes e, dev ji qetilkirinê berdin, dev ji nijadperestiya li dijî jinan berdin, berdin, êdî dengê jinan şoreş e ne heram e."

(eh)

ANHA