​​​​​​​Yewnanistan careke din Enqere hişyar kir

Hikumeta Yewnanistanê got, li gel domandina hewildanên santajkirinê yên Tirkiyê, dê diyalog pê re ne pêkane be.

​​​​​​​Yewnanistan careke din Enqere hişyar kir
3 îlon, 2020   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Yewnanistanê got, li gel tehdîd û hewildanên santaj ên Tirkiye, diyalog wê pê re nepêkane be.

Berdevkê hikumeta Yewnanistanê diyar kir: "Tirkiyê dibe sedemên pirsgirêkên herêmê û li rojhilatê Deryaya Spî faktorekî nerihetiyê ye", û got ku Yekitiya Ewropayê dê sizayan li ser Tirkiyê ferz bike heke ew dest ji siyasetên xwe yên bilinkirinê  bernede.