`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`

Şêniyên kantona Qamişloyê piştrast kir ku bêdengiya navneteweyî rê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe li dijî herêmê û dewletên cîran bidomîne. Her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku divê li hev bikin û asoyeke siyasî ya hevpar ava bikin da ku rê li pêş sûcên dewleta Tirk bigirin.

`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
`Bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne`
3 îlon, 2020   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên navçeyên Amûde û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê bi taybet Heftanînê û ji bo piştgiriya berxwedanan Heftanînê meşiyan. Şêniyan bang li hêzên Kudistanê kir ku nêrîneke siyasî ya hevpar ava bikin da ku rê li pêş sûcên dewleta Tirk bigirin ku hewl dide bi rêya wan sûcan doza Kurd tune bike.

QAMIŞLO

Îro şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê meşiyan û piştgiriya xwe ya bi berxwedana destanî ya Heftanînê rave kir. Her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.

Şênî li pêşiya avahiya Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û dest bi meşê kir. Şêniyan li dijî dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên der mirovî slogan berz kirin û piştigiriya xwe ya bi berxwedana Heftanînê re rave kir.

Piştî sûka navendî meş li ber Navenda Yekitiya Ciwanan a li rojavayê navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka bajarokê Hilwe Fehîme Temo bi navê Kongreya Star axivî û destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî êdî êriş û sûcên dewleta Tirk bûne tişteke asayî û normal.

Fehîme bang li hêzên Kurdistanê kir ku divê bigihêjin nêrîneke siyasî ya hevpar ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker digire û wiha domand: “Topbarankirina Şengalê, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka herî ber bi çav e ku dewleta Tirk dixwaze doza Kurd tune bike.”

Fehîme bal kişand ser ku bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk, nîşaneya erêkirina van sûcan û pêkanîna komkujiyên din li dijî dewletên cîran e. Fehîme bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li pêşiya van sûcan bigirin.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8lUc42ZZ9b4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê li  Amûdê jî meşek hate lidarxisin. Bi dehan endamên Kongreya Star û şêniyên navçeya Amûdê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan.

Her wiha şêniyan pankartên bi nivîsên "Êdî bes e dagirkerî bijî berxwedana gelê me", "Ji ax û azadiya xwe paş de gav navêjin", "Na ji dagirkeriya Tirk û DAIŞ`ê re" û "Na ji dewleta Tirk a dagirker re" rakirin.

Meş ji Qada Jina Azad heyanî Qada Şehîd Cîhad dewam kir. Meşevanan sloganên "Bijî cenga rûmetê", "Jin jiyan e azadî", "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Heftanînê" berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Cîhad rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveberiya Edeleta Jinan a Amûdê Mira Zoro axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana Heftanînê silav kir.

Mira Zoro bang li ciwanan kir û got: "Em bang li xort û keçên xwe dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana Heftanînê. Divê em jî li ber xwe bidin û hêza xwe mezintir bikin hetanî em karibin bersivên tund bidin dijminê xwe."

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Heftanînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA