Şerê hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk gurtir dibe

Hêzên hikumeta Sûriyê careke din 7 gund û bajarokên li başûrê Idlibê topbaran kirin, di heman demê de li eniyên gundewarên rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Ehrar El-Şam de şer rû da.

Şerê hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk gurtir dibe
3 îlon, 2020   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku di seatên derengiya şevê de û vê sibê hêzên hikumetê herêmên li Fetîra, Barê, Filêfil, Çiyayê Erbiîn, derdora Erîha, Kensefra û Sifûhin ên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

SHOR`ê piştrast kirk ku duh li eniyên gundewarên rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de şer rû da û windahiyên her du aliyan hene.

SOHR`ê duh diyar kiribû ku hêzên hikumetê moşek avêtin Kefer Iwêd, Belyon, Sifûhin, Fetîra yên li Çiyayê Zawiyê yên li başûrê gundewarên Idlibê, di heman demê de çeteyên Tehrîr El-Şam jî moşek avêtin nuqteyên hêzên hikumeta Sûriye yên li Çiyayê Şehşebo.

(eh)