​​​​​​​‘Berxwedana li hemberî sîxur û şaneyên veşartî erkeke nîştimanî û exlaqî ye’

Rewşenbîran destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê bi rêya sîxuran hewl didin fîtneyê di nava civakê de çêkin û divê civak li hemberî her duyan li ber xwe bidin, mîna ku çawa bi yekitiya xwe li hemberî çeteyan li ber xwe dan.

​​​​​​​‘Berxwedana li hemberî sîxur û şaneyên veşartî erkeke nîştimanî û exlaqî ye’
3 îlon, 2020   08:28
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Hêzên ewlekariyê di demên borî de gelek sîxur li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin. Ji mikurhatinên wan diyar bû ku beşek ji wan sîxurên dewleta Tirk in û hinek jî girêdayî hikumeta Sûriyê ne.

Rewşenbîran li navçeya Tirbespiyê piştrast kir ku ev kirinên wan sîxuran ne layîqî civakê ne û destnîşan kir ku ew berdewama êrişên terorîstane yên ku çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk dianîn. Her wiha bang li civakê kir ku bi aliyên têkildar re hevkar bin û wan eşkere bikin.

Nesar Elî endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Tirbespiyê got: “Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve piştgiriya komên terorîst ên ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê kirin. Piştî tunekirina DAIŞ`ê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve dest bi çalakkirina şaneyên veşartî kirin. Ji bo derxistina tevliheviyê li herêmê sîxur derxistin. Rejîma Sûriyê jî heman siyasetê li herêmên Dêrazorê dimeşîne.”

Elî da zanîn ku pêkhateyên herêmê li hemberî DAIŞ`ê bûn yek û bi hezaran fedakarî kirin, îro jî li hemberî şaneyên veşartî û sîxurên ku li herêmê derdikevin, yekitî ji wan tê xwestin û wiha domand: “Berxwedana li dijî wan, erkeke exlaqî û nîştimanî ye.”

Mamoste Xaliye Silêman Temo têkildarî heman mijarê helwesta xwe rave kir û got: “Dijminahiya dewleta Tirk û dewletên herêmî ji doza Kurd re, dehf dide wan ku kirinên derexlaqî yên ku nûnertiya civakên herêmê nake, pêk bînin. Mîna derxistina sîxuran û avakirina şaneyên veşartî da ku bûyerên qetilkirin û teqînan li herêmê pêk bînin.”

Xaliye wiha pê de çû: “Armanc jî, hedefgirtina destkeftiyên bêhempa yên ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd û Ereb û Suryan di salên borî de bi dest xistine.”

Xaliye di dawiyê de piştrast kir ku kiryarên wan ji exlaqê civakê dûr in û bang li Rêveberiya Xweser kir ku wan sîxuran û her kesê xiyanet li herêmê dike bi tundî ceza bike. Her wiha bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi tevahiya rêbazan li hemberî van kiryaran bisekinin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bg_EbnBvzBs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>