​​​​​​​Li Helebê cenazeyê ciwanekî di avahiyekê de hat dîtin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn cenazeyek di avahiyeke li taxa Eşrefiyê ya Helebê de dît, her wiha lêpirsînên der barê eşkerekirina nasnameya kujeran û sedema mirinê de berdewam in.

​​​​​​​Li Helebê cenazeyê ciwanekî di avahiyekê de hat dîtin
1 îlon, 2020   11:57
HELEB

Hêzên Ewlehiya Hundirîn piştî agahiya xwediyê dikaneke nêz, cenazeyê ciwanekî di avahiyeke li taxa Eşrefiyê ya Helebê de dît.

Li gorî agahiyên pêşîn, xwediyê dikana ku agahî daye got: "Şêniyên kolanê êdî bi bêhneke nebaş hesîn û texmîn kir ku ajalek miriye. Lê piştî avahî hat keşfkirin, cenazeyê kesekî hat dîtin."

Îro dê Nivîsgeha Tiba Edlî ya li taxa Şêxmeqsûdê cenazeyê lêkolîn bike û sedema mirin, dîroka wê û temenê wî diyar bike.

Hê Hêzên Ewlehiya Hundirîn têkildarî naskirina nasnameya mirî lêpirsînan didomînin.

)sm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BlA50dYL3Ts" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>