​​​​​​​‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi avakirina eniyeke hevgirtî pêkan e’

Ciwanên Hesekê û Tirbespiyê diyar kir ku veguherandina aloziya Rojhilata Navîn ji şoreşa azadiyê re, bi avakirina eniyeke hevgirtî pêkan e û destnîşan kir ku berxwedana Heftanînê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.

​​​​​​​‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi avakirina eniyeke hevgirtî pêkan e’
​​​​​​​‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi avakirina eniyeke hevgirtî pêkan e’
1 îlon, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ-TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S9bbkdiwZYs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Artêşa Tirk a dagirker bi tevahiya rêbazan hewl dide dengê azadiya gelan biçewisîne. Êrişên wê di dirêjahiya salan de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Kurdistanê, di nav de Herêmên Parastinê yên Medyayê de, ranewestîn. Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn tune bike.

Ji bo mezinkirina asta têkoşîna şoreşgerî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo piştgiriya berxwedana şervanên HPG`ê li hemberî artêşa Tirk a dagirker li Heftanînê, Tevgera Ciwanên Şoreşger di 15`ê Tebaxê de hemleya "Helbet em ê bi ser bikevin" ragihand.

Di çarçoveya çalakiyên ku Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Hesekê de, ciwanên Hesekê û Til Temirê bi du daxuyaniyên cuda tevlêbûna xwe ji hemleyê re ragihand. Daxuyaniya ciwanên Hesekê li ber navenda Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) a li taxa Xiwêran a bajêr hate xwendin û ya ciwanên Til Temirê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê hate xwendin.

Endama rêveber a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besma Mihemed daxuyaniya ciwanên Hesekê xwend. Her wiha endamê rêveber ê Ciwanên PYD`ê Abdulqadir Haşim daxuyaniya ciwanên Til Temirê xwend. Bi dehan ciwan tev li her du çalakiyan bûn û alên ciwanan û PYD`ê hildan.

Ciwanan di daxuyaniyan de diyar kir ku divê pêşengên gelan, jin û ciwanên ku dixebitin da ku aloziya Rojhilata Navîn veguherîne şoreşa azadiyê, baş tê bigihêjin ku tu rê ji bilî avakirina eniyeke mezin li hemberî pergala faşîst a ku êrişî gel, ax û jinan dike û nirxên gelan ên bi hezaran salan wêran dike, tune ye.

TIRBESPIYÊ

Girêdayî heman mijarê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li hemleya "Helbet em ê bi ser bikevin" dibin.

Endama rêveber a ciwanên PYD`ê daxuyanî li Goristana Şehîdan a gundê Dugrê bi tevlêbûna malbatên şehîdan xwend.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew tev li hemleya "Helbet em ê bi ser bikevin" dibin û dê li hemberî pergalên ku vîna gelan dişikînin, tundiyê li dijî jinan pêk tînin li ber xwe bidin û piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin.

 (şx)

ANHA