Li Terablusê teqîneke mezin rû da

Dezgehên çapemeniyê diyar kir ku li paytexta Lîbyayê Terablusê di encama êrişeke xwekuj de teqîneke mezin rû da.

Li Terablusê teqîneke mezin rû da
1 îlon, 2020   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şêniyên Terablusê daxuyand ku dengvedana teqînê li hemû taxên bajêr di seatên sibê de belav bû û dûmaneke reş hilkişiya asîman.

Kanalên televîzyonê yên herêmî ragihand ku xwekujekî li ser motorsîklêtê, mayînek li têketina rêya li rojavayê bajarê teqand, lê hê tu daxuyaniyeke fermî li ser vê yekê nehatine eşkerekirin.

Li Terablusê ku hêzên hikumeta Wîfaq, milîs û komên çete serwer in, rewşeke aloz têkildarî paşxaneya xwepêşandanên gel ên li dijî Wîfaqê heye, her wiha parçebûnek di navbera El-Sîrac û wezîrê karên hundir Fethî Başa Axa de jî heye.

 (sm)