​​​​​​​Pompeo, Çîn ji ber binpêkirina cezayên li ser Îranê hişyar kir

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, têkildarî cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê hişyarî da Çînê û piştrast kir ku dê ji binpêkirinan berpirsyar be.

​​​​​​​Pompeo, Çîn ji ber binpêkirina cezayên li ser Îranê hişyar kir
1 îlon, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Pompeo diyar kir ku yek ji dewletên ku dixwaze çekan bifiroşe Îranê, Çîn e û ew dê pereyên pir qezenc bike. Pompeo bi bîr xist ku dê Çîn hin pergalên çekan ji Îranê bikire, divê  ev yek bê qedexekirin.

Pompeo got: "Eger Çîn sistema cezayan a li dijî Îranê binpê bike, dê Washington wê neçarî berpirsyariyê bike. Her wiha Îran û Çîn mafên mirovan binpê dikin."

Pompeo destnîşan kir ku tê texmînkirin cezayên navneteweyî di payîza bê de li dijî Îranê bên ferzkirin, dê bi wê re jî derfeta dan û standinê ya di navbera Çîn û Îranê de kêm bibe.

Pompeo sêşema borî careke din piştrast kiribû ku welatê wî bi israr e hesab ji Îranê bixwaze û kiryayên wê yên tevliheviya li herêmê rawestîne.

(sm)