​​​​​​​Li Tirbespiyê mazot li şêneyan tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir. Komîte mazotê bi rêya lênûskên malbatî belav dike. Heta niha zêdetirî 4 hezar lître mazot belav kiriye.

​​​​​​​Li Tirbespiyê mazot li şêneyan tê belavkirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê mazot li şêneyan tê belavkirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê mazot li şêneyan tê belavkirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê mazot li şêneyan tê belavkirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê mazot li şêneyan tê belavkirin
1 îlon, 2020   09:36
QAMIŞLO

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê di çarçoveya plana xizmetguzariyê ya Rêveberiya Xweser de, dest bi belavkirina mazotê li gorî lênûskên malbatî li şêniyan kir. Mekanîzmaya belavkirinê bi rêya komîn û meclisên herêmî pêk tê.

Endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê Elî Remo destnîşan kir ku ew îsal bi rêya lênûskên malbatî mazotê li şêniyan belav dikin û got: “Em hewl didin ku mazot bigihêje tevahiya malbatan. Lewra me hevkariya Gerînendetiya Perwerdeyê kart ji tevahiya malbatan re çêkir.”

Remo diyar kir ku wan kart li gorî lênûska malbatî û hejmara endamên malbatê çêkirine, ji bo hêsankirina karên şêniyan û da ku mazot û gaz bi awayekî adil bigihêje tevahiya malbatan.

Remo da zanîn ku mazot dê li ser sê beşan were belavkirin. Di her beşekê de 220 lître mazot her lîtreyek bi 77 lîreyên Sûriyê û lêçûna veguhastinê tê belavkirin. Her malbatek dê her mehekê lûleyeke gazê bi dest bixe.

Endamê rêveberiya Komîteya Sotemeniyê bal kişand ser ku welatî dikarin ji her stasyonekê para xwe bistîne.    

Her wiha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavkirina mazotê ji 23’ê Hezîranê ve dest pê kiriye. Para her malbatekê 440 lître mazot e û dibe ku ev par zêdetir bibe.

Rêveberiyê buhayê her lîtreyeke mazotê bi 75 lîreyên Sûriyê diyar kiriye.  Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Giştî di hevpeyvîneke berê de bi ANHA`yê re soz da ku heke xebatên belavkirinê bi temamî bi dawî bûn û miqdara mazotê zêde ma, dê 220 lître mazotê ya zêde li şêniyan were belavkirin.

Li gorî plansaziya ku hatiye dayîn, dê belavkirina mazotê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya Kanûna bê bi dawî bibe.

sm

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5SjJPlH6GSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>