​​​​​​​Iraq: Di teqînekê de jinek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn

Hêzên Iraqê îro ragihand ku di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de li nuqteyeke kontrolê jinek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

​​​​​​​Iraq: Di teqînekê de jinek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn
1 îlon, 2020   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Çapemeniya Ewlehiyê bi daxuyaniyekê ku Sumariya Newsê belav kiriye, got: "Di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de li nuqteya kontrolê ya li ser rêya Tîkrît-Kerkûkê jinekê jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn."

Şaneyê diyar kir ku erebeya bombebarkirî li ser Pira Meryem Bêk ku di navbera Tîkrît û Kerkûkê de ye, teqiya.