Endamên şaneyeke MÎT’a Tirk: Me plan dikir ku şêxekî Ereb bikujin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê şaneyek girêdayî MÎT`a Tirk girt. Vê şaneyê plana qetilkirina şêxekî êlên Ereb dikir. Endamên şaneyê kesa bi navê Sefa Mihemed Îbrahîm û kurê birayê wê Ebdulrezaq El-Hadî yên ji bajarê Minbicê ne.

Endamên şaneyeke MÎT’a Tirk: Me plan dikir ku şêxekî Ereb bikujin
1 îlon, 2020   08:00
MINBIC-DÎCLE EHMED-CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk bi rêya sîxurkirina şêniyên herêmê hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fitneyê di navbera pêkhateyan, gel û Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk de derxe. Bi vê yekê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û herêmê dagir bike.

Ji bo vê jî dewleta Tirk çîna ciwan bi kar tîne û bi rêya pereyan, şantajê yan jî gefxwarinê dixapîne.  Bûyerên li Dêrazorê di vê dawiyê de rû dane, mînaka vê yekê ne. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şaneyek ku ev demek e bi îstixbarata Tirk re kar dikir, girt. Vê şaneyê plan dikir ku şêxekî êlên Ereb ê bajarê Minbicê bikuşta. Şane ji du kesên bi navên Sefa Mihemed Îbrahîm (23) û kurê birayê wê Ebdulrezaq El-Hadî (19) ên ji bajarê Minbicê pêk tê.

Li gorî fermanên MÎT`a Tirk her duyan mekanîzmaya kuştina şêxekî Minbicê plan dikir. Plana wan jî bû sedem ku ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve di taxeke bajarê Minbicê de bên girtin.

Piştî ku hêzê lêpirsîn bi dawî kir, ANHA`yê hevdîtinek taybet bi wan re çêkir. Her du sîxuran di hevdîtinê de detayên karê xwe yê sîxuriyê eşkere kirin.

Sefa ya ku li cem bijîşkekî diranan ê li bajarê Minbicê hemşîre bû, dibêje bi rêya malperên tevna civakî kesekî bi navê Fadî ku li Tirkiyê dimîne, nas dike. Têkiliya wan bi pêş dikeve û digihêje zewacê. Piştre diyar bû ku Fedî endamekî koma Umniyat Ehrar El-Şerqiyê ye.

Sefa zewicî bû, hevserê wê di pêngava rizgarkirina Minbicê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kuştin, zarokekî wê heye.

Sefa bi hinceta tedawiya kurê xwe diçû bajarê Cerablusê û li wir Fadî didît. Têkiliya wan nêzî salekê didome. Sefa kurê xwişka xwe Ebdulrezaq El-Hadî yê ku berê derdora 3 salan endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê bû, bi Fadî re dide nasîn.

Piştî ku El-Had Fadî nas dike, êdî bi rêya malperên tevna civakî bi hev didin û distînin. Fadî jê dixwaze ku bazirganiya cixareyan bike. Piştî sê mehan jê agahiyên istxibaratê yên girêdayî cihên nuqteyên leşkerî, rêveberî û naskirina kesayetan ji rêveberiya sivîl û fermandarên leşkerî dixwaze.

Şîfreya di navbera Fadî û Ebdulrezaq hejmara 5 a bi latînî bû. Fadî ji Ebdulrezaq dixwaze ku hejmara 5 li ser destê xwe xêz bike û dîmenekê bikişîne ku vê hejmarê li gel dîmenên qadên sereke yên bajêr û gundewarê wê bikşîne. Da ku îsbat bike ku ajanekî dewleta Tirk li bajarê Minbicê ye.

Fadî, Ebdulrezaq bi endamekî din ê istixbaratê ku li bajarê Ezazê dimîne û navê wî Elî bû, dide naskirin. Dema ku Fadî tune bê dê Ebdulrezaq bi Elî re têkilî dane.

Fadî ji Ebdulrezaq xwest ku agahiyên girêdayî cihên leşkerî, bi rêya xaltîka xwe Sefa re bişîne. Her dîmenek beramberî 100 dolar. Sefa xwendin û nivîsandin nîşanî Ebdulrezaq dikir, ji ber wî xwendin û nivîsandin nedizanî.

Ebdulrezaq li bermaberî her agahiyekê ku ji Fadî û Elî re dişand, bi rêya xaltîka xwe Sefa re pere digirt. Carekê 90 dolarî û careke din 60 hezar lîreyê Sûriyê digire.

Di bûyera dawîn a herî xeter de, ji Ebdulrezaq tê xwestin ku şêxekî êlên Ereb ên bajarê Minbicê li bermaberî 2 hezar dolarî bikuje. Ebdulrezaq vê yekê erê dike. Li gorî mikurhatinên Sefa û kurê xwişka wê armanca vê bûyerê ew bû ku li herêmê fitneyê derxin.

Plan wiha bû; wê mayîn deyne ser rêya şêxekî. Lê dema Ebdulrezaq diçe ku mayîn ji ajanên din ên li taxeke bajarê Minbicê bigire, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kemînekê de wî û xaltîka wî Sefa digirin.

Ev şane û gelek şaneyên din ên ku hatine girtin, îsbat dikin ku destê aliyên derve di qetilkirina şêxên êlên Ereb ên bajarê Dêrazorê hene. Di vê dawiyê de gelek şêxên êlên Ereb hatin kuştin. Rêveberiya herêmê diyar kir ku ew bûyer hewldanên derxistina fitneya di navbera gel û QSD`ê de ye. Armanc tunekirina projeya herêmê ya netewa demokratîk a ku li ser bingeha jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de ava dibe.

Her wiha ji mikurhatinên wan şaneyan hewldanên dewleta Tirk ên domdar ji bo têkbirina ewlehiya herêmê îsbat dibin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/biBdpjnzkkY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>