Hiqûqnas: Dewleta Tirk pîvanên qanûnî binpê dike

Hiqûqnasên herêma Efrînê piştrast kirin ku dewleta Tirk pîvanên qanûnî yên ji bo mafê girtiyan binpê dike. Da ku sûcên xwe veşêre, kesên li dijî siyaseta xwe bi tewanên ne rast tewanbar dike.

Hiqûqnas: Dewleta Tirk pîvanên qanûnî binpê dike
1 îlon, 2020   01:14
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Bi şehadeta parêzera Kurd Ebrû Tîmtîk (27`ê Tebaxê) di hundir girtîgehên dewleta Tirk de piştî gireva birçîbûnê ya 238 rojan, sûcekî din li sûcên Tirkiyê zêde bû.

Ji ber ku Ebrû banga darizandineke adil dikir, hêzên hikumeta Tirkiyê di Sibata borî de parêzera Kurd girt û 13 sal û nîv cezayê girtîgehê lê birî. Gelek raporên hiqûqî eşkere kirin ku wekî hemû girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de, Ebrû Tîmtîk jî hatiye êşkencekirin.

Tirkiye bi zanabûn kesên ku li dijî siyaseta wê ya qirêj derdikevin, bi tewanên ne rast tewanbar dike. Bi van tewanên siyasî hewl dide ku kesên sûcên Osmanî eşkere dikin, dûr bixe.

Parêzerên herêma Efrînê girêdayî mijarê nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kir. Hiqûqnas Îmad Dawûd got: "Em şehîd Ebrû Tîmtîk ku di girtîgehên Tirkiyê de şehîd bûye, bi bîr tînin. Ebrû parastina maf, demokrasî û nirxên mirovî kir û zulm, zordarî, kiryarên li dijî nirxên qanûnî û qirkirina ramanên azad red kir. Ji lewra hate hedefgirtin, binçavkirin û bi tewanên ne rast hate tewanbarkirin."

Dawûd wiha berdewam kir: "Darizandina dewleta Tirk ne li gorî pîvanên qanûnî ye, çi di mafê xweparastinê de çi jî wekî din be. Piştî ku ceza hate birîn û delîlên pêwîst ji bo sûcdarkirina Ebrû nehatin tespîtkirin, wê û hevalên xwe li girîtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kir û di encamê de şehîd bû. Hîna gelek girtî û di serî de Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehên Tirkiyê de li ber xwe didin."

Dawûd bang li saziyên qanûnî û bi taybetî rêxistina mafên mirovan a Ewropayê kir ku destwerdana lezgîn bikin, da ku rewşa girtiyan, êşkenceya ku rastê tên û darizandinên ne adil rawestînin.

Dawûd her wiha siyasetên dewleta Tirk li dijî girtiyan şermezar kir û wiha got: "Divê rêxistinên hiqûqî berpirsiyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin û tecrîda li ser girtiyan bi giştî û girtiyên siyasî û hiqûqî bi taybetî, bi dawî bikin."

Parêzer Hewlêr Cafo jî li ser mijarê wiha got: "Em  parêzerên Şehbayê, tundiya dewleta Tirk a li dijî jinan şermezar dikin. Em her tim hewl didin mafên jinan biparêzin."

Hewlêr wiha domand: “Her kes binçavkirina parêzeran a bi awayekî derqanûnî dibîne. Roj bi roj hovîtiya dewleta Tirk li dijî parêzeran zêde dibe,  nexasim li dijî jinên ku dest bi gireva birçîbûnê ya bê dorveger dikin û berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Di encama wê berxwedanê de şehîd dibin."

Hewlêr di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Wekî Ebrû Tîmtîk em ê jî mafên jinan biparêzin û berpirsiyariya wê yekê rakin. Em li ser şopa Ebrû Tîmtîk in, ji ber ku parastina mafên jinan erkê me hemûyan e."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/89GQKQc3AxE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>