​​​​​​​Li herêmên hikumeta Sûriyê 62 kesên din bi koronayê ketin û 3 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand, di 24 saetên dawî de li Sûriyê 62 kes bi vîrusa koronayê ketin û 3 jî mirin.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Sûriyê 62 kesên din bi koronayê ketin û 3 jî mirin
31 tebax, 2020   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê diyar kir ku 62 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 din jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên wezaretê li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihaştiye 2 hezar û 765 û hejmara miriyan bû 112.