Salih Muslim: Dewleta Tirk welatan bi navê operasyonên aştiyê dagir dike

Salih Muslim diyar kir ku dewletan ji bo parastina cîhanê tiştek nekiriye, 1’ê îlonê tenê sembolîk e ku heya niha aştî pêk nehatiye, yê ku aştiyê çêke paradigmaya rêber Abdullah Ocalan e.

Salih Muslim: Dewleta Tirk welatan bi navê operasyonên aştiyê dagir dike
1 îlon, 2020   03:13
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Girêdayî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, Endamê Têkiliyên Diplomatîk a PYD`ê Salih Muslim got: “Dewleta Tirk a dagirker tu caran ji bo aştiyê nexebitiye û dixwazin her şer bikin. Bi vî awayî ku cîhan ji wan lome neke bi şewazên cuda şerê xwe berdewam dikin.”

‘JI BO PARASTINA CÎHANÊ TIŞTEK NEKIRIN’

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku bi milyonan mirov hatin kuştin û ew qas welat hatin xerabkirin, Roja Aştiyê ya Cîhanê hat ragihandin. Salih Muslim têkildarî ragihandina vê rojê got: “Ev roj hat ragihandin lê hêzên navneteweyî ji bo parastina cîhanê tiştek nekir. Ji roja ragihandina roja aştiyê ya cîhanê heya niha şer nesekinî. Ev roj, bû roja aştiya di navbera dewletan de. Di navbera neteweyan, welatan de wê çawa aştî pêk were de, nebû bersiv. Ger ku ev Roja Aştiyê li ser adaletê, azadiyê, wekhevî û mafnasiyê çêbûya wê demê ê watedar bûya.”

Muslim diyar kir ku herî zêde yê ku zirar ji şer dîtiye neteweya Kurd e û got: “Li herêmên me şerê veşartî, şerê taybet û şerê dewletan dibe, nesekiniye. Dewleta Tirk a dagirker tu carî ev roja aştiyê nepejirandiye. Dagirkirina Qibrisê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê, şerê li ser Rojavayê Kurdistanê û şerê ku di hundirê xwe de kiriye ew qas bajar talan kirin, diyar dike ku dewleta Tirk tu caran rêz ji aştiya cîhanê re negirtiye.”

‘DEWLETA TIRK ROJHILATA NAVÎN KIRIYE WARGEHÊ ŞER’

Dewleta Tirk a dagirker ku her behsa qaşo aştîxwaziya xwe dike DAIŞ ava kir û heya niha êrişî Kurdistanê û dewletên derve dike. Nakokiyên di navbera gotinên û pratîka dewleta Tirk a dagirker de Muslim wiha nirxandin:

“DAIŞ bi destê dewleta Tirk a dagirker hat avakirin ji bo ku di aliye navneteweyî de xwe ji tewanbariyê xilas bike vê rastiyê eşkere nake. Kes nikare ji DAIŞ, El-Nusra û ew çeteyên ku xistine Bakur û Rojhilatê Sûriyê hesap bixwaze ku bi rêya wan şerekî dijwar dide meşandin. Ew şer bi destê DAIŞ, Cebhet El-Nusra li hember Kurdan tê kirin. Bi vî awayî ku cîhan ji wan lome neke bi şewazên cuda şerê xwe berdewam dikin. Çi tevliheviyê ku li Rojhilata Navîn wekî Somalî, Azerbêcan, Kurdistanê heye, tiliya dewleta Tirk tê de heye. Ev der kiriye wargeha şer û jê dernakeve. Ev roja aştiyê tenê wek sembol heye lê tu pîvan jê re nehatine danîn. Ger tu bixwazî li welatekî şer çênebe divê tu edaletê çêkî, di navbera du dewletan de ji bo şer dernekeve dive pîvan hebin lê heya niha dewleta Tirk bi vî awayî tev negeriyaye.”

Ji planên guhertinên Rojhilata Navîn re Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk jê re bû ye biryargeh û pêşengtî jê re dike û wiha berdewam kir: “Hemû dewlet vî şerê dewleta Tirk dibînin li kelêkê disekinin, di nav dene û xwe ker dikin. Ji bo berjewendî, hesabên xwe wiha dikin. Dema dewletên Ewrûpa piştgiriya xwe Kurdan re dikin dewleta Tirk bi rêya pênaberan, DAIŞ re li Ewrûpa gefan dixwe. Ev dewlet jî li hember sûcên li dijî Kurdan xwe ker dikin.”

‘WELATAN BI NAVÊ AŞTIYÊ DAGIR DIKE Û HEWL DIDE CÎHANÊ BIXAPÎNE’

Dewleta Tirk a dagirker navê aştiyê li operasyonên dagirkirinê dike. Muslim ev yek wek dij heqîqetê bûyin û xapandina herî mezin şîrove kir û got: “Dema Efrîn dagir kir, navê operasyona dagirkirinê kir Kaniya Aştiyê, dema Qibris dagir kir navê operasyonê kir hareketa aştiya Qibrisê. Yanî welatêkî bi navê aştiyê dagir dike û wiha cîhanê dixapîne. Cîhanê entrîkayên Osmaniyan fehm nekirine. Dewleta Tirk her çiqas xwe li ber çavê cîhanê xweşik dike jî di esas de tiştê herî xerab dide meşandin. Divê cîhan neyê xapandin ku rastî jî plan û armancê wan nas bikin. Her dewleta Tirk gotinek xweş kir divê bizanin ku di bin de komployrk heye. Sûcên herî mezin li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dide meşandin ku guhertina demografiyê bigrin heya sûcên der heqê jin û gel de. Dive cîhan jî heqîqeta dewleta Tirk nas bike.”

‘YÊ KU AŞTIYÊ ÇÊKE RÊBER ABDULLAH OCALAN E’

Muslim destnîşan kir ku yê herî zêde wate daye 1’ê gulanê ku roja aşitî ya cîhanê ye rêber Abdullah Ocalan e û got: “Yên ku bixwazin bi rastî aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne divê bi rêber Abdullah Ocalan re bicive û divê rêber Ocalan di nav gelê xwe de be. Dewleta Tirk û giştî Cîhan heqîqetê baş dibinin û dizanin. Ji ber wê yekê rêber Abdullah Ocalan xistine zindanê di derheqê wî de tecrîdeke ku hemû zagonên cîhanî bin pê dikin dimeşînin. Kesê ku bixwaze wateyê bide Roja Aştiyê ya Cîhanê beriya her tiştî divê li fikrên rêber Abdullah Ocalan binêre. Yê ku aştiyê pêk bîne rêber Abdullah Ocalan e.”

‘HEYA ZILM Û ZORDARÎ HEBE EM NIKARIN BEHSA AŞTIYÊ BIKIN’

Der barê daxuyanî û erkên CPT’yê de Salih Muslim ev tişt gotin: “Karê CPT’yê ew e ku derfetan ava bike, îşkenceyê qedexe bike-bisekinîne. Lê mixabin diçin Îmraliyê, rapora xwe jî dinivîsin lê tu encamên erênî dernakevin. Jixwe karê CPT’yê ew e ku wan sûcan bide sekinandin. Ev jî encama berjewendiyên dewletan e ku pîvanên wan nepêkanîna aştiyê ye. Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermeke mezin a dîrokî ye. Yên ku welatan talan dikin, didizin, çekan difiroşin tu carî naxwazin ku aştî pêk were, ji ber ku şer wan dewlemend dike. Yên ku berjewendiyên xwe di şer de dibînin divê ew werin sekinandin û sînor jê re were dayîn. Heya zilm û zordarî hebe em nikarin behsa aştiya cîhanê bikin.”

ANHA