Lavrov: Rûsya amade ye rolekê di pêkanîna diyalogê de di navbera aliyên Sûriyê de bilîze

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi şandeya MSD û Partiya Vîna Gel a Sûriyê re, daxuyanî da û got, Rûsya hewl dide rolek di diyaloga di navbera aliyên Sûriyê de bilîze.

Lavrov: Rûsya amade ye rolekê di pêkanîna diyalogê de di navbera aliyên Sûriyê de bilîze
31 tebax, 2020   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ev tişt got: "Sergey Lavrov bi seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed û sekreterê giştî yê Partiya Vîna Gel a Sûriyê Qedrî Cemîl re civiye. Di civînê de dozên pêwîst ên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê bi armanca gihaştina lihevkirineke giştî di navbera aliyên Sûriyê de li gorî biryara bi hejmar 2254 a ku Konseya Ewlehiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî derxistiye, hatin nîqaşkirin."

Li gorî daxuyaniya Lavrov piştrast kir ku Rûsya amade ye diyalogek giştî û avaker di navbera aliyên Sûriyê de ava bike bi şêwazekê ku bikeve berjewendiya ji nû ve xurtkirina serdestiya Sûriyê û yekitiya wê. Her wiha şertên guncew amade bike da ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê bi hev re bijîn.

(şx)