Berwarî: Êrişên li ser Başûr dê pêşerojeke tarî bi xwe re bînin

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser sînorê Başûrê Kurdistanê çeteyan bi cih dike û got: “Berdewama êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dê pêşerojeke tarî ji hikumeta Başûrê Kurdistan û dewleta Tirk a dagirker re bîne.”

Berwarî: Êrişên li ser Başûr dê pêşerojeke tarî bi xwe re bînin
1 îlon, 2020   00:21
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Cîgirê Serokê Akademiya Siyasetê û Fikrê Demokrasiyê li Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî tekildarî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, tevgera MÎT’ê, çalakiyên gelê herêmê û daxuyaniya PDK`ê ji ANHA’yê re axivî.

Berwarî bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Başûrê Kurdistan ji sala 90 heya niha bê navber berdewam dike û got: “Zêmînê êrişan di salên 90 de hat danîn. Di van êrişan de sivîl yekser dibin hedef û tên qetilkirin. Desthilata Başûrê Kurdistanê şewqa kesk daye MÎT’ê, leşkerên arteşa Tirk ku Başûrê Kurdistanê tev digerin, heya radeyarên herêm xistine bin bandor û dagirkirina xwe. Ji ber wê baregehên leşkerî û baregehên MÎT’ê li herêmê hatine avakirin û hejmara wan zêde dibe.”

Berwarî destnîşan kir ku heke êrişên dewleta Tirk li ên ser Başûrê Kurdistanê berdewam bikin dê rewşa herêmê ya nearam bidome û ber bi pêşerojeke nediyar ve here û ev nirxand kir: “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze gelê Kurd bitirsînê, neçar bike ku serê xwe ji deshilata dewleta Tirk re bitewîne, dest ji deskeftiyên xwe yên neteweyî berde, di bin siya dewleta Tirk de kar bike. Dewleta Tirk rewşa Koronavirusê wek derfetek ji bo berdewama xwe li dijî  gelê herêma Başûrê Kurdistanê, tevgera azadiya Kurdistanê bi kar tîne. Wiha dihizirin ku Başûrê Kurdistanê beşek ji Tirkiyê ye. Beramberî vê gelê herêmê hişyar e, dizane armanca rasteqîn a dewleta Tirk dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê, Iraq û heya Şamê ye.”

‘ŞERM E, RÛREŞÎ YE’

Tekildarî bêdengiya Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê Berwarî anî ziman ku ev bêdengî bi rastî şermek, rûreşiyek, şermezariyeke mezin e, hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê dayîna şewqa kesk ji dewleta Tirk re di dîrokê de naye qebûlkirin û tawanbariyek mezin li dijî gelê herêmê ye û wiha domand:" Rojan e gelê Başûrê Kurdistanê tê girtin, kuştin û xwezaya Kurdistanê tê werankirin. Bi vê dayîna şewqa kesk re dihêlin ku Kurdistan dîsa bibe beşek ji dewleta Tirk û hikumeta Kurdistanê ser nexşeya Kurdistanê nemîne.”

‘HEMAN SIYASETA DEWLETA TIRK LI BAŞÛR TÊ MEŞANDIN’

Berwarî ji bo çalakiyên gel ên li dijî deshilatdariyê tê kirin da zanîn ku peyama gel diyar e ku dayîna şewqa kesk ji dagirkeran re beramberî deskeftiyên neteweyî, şehîdên ku azadiya Kurdistanê  tawanbarî ye û wiha dewam kir: “Gelê herêmê dizanê ku hemû nearamiya herêmê encama hebûna dewleta Tirk e. Heya dewleta Tirk, baregehên MÎT, şîrketên dewleta Tirk, konsoleke wan neyê girtin rewş baş nabe ku roj bi roj ber bi xerabiyê ve diçe. Girtina rojnamevanan, binçavkirina gel, astengkirina çalakiyan re şermezariyeke mezin e. Desthilata Başûrê Kurdistanê qanûnên Iraqê, hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me yê Bakur, Rojava, Başûr dike heman şêwazî desthilata Başûr jî li ser gel dide meşandin. Tu girêdana van kesan bi Kurd û Kurdistanê re tune ye.”

‘DAXUYANIYA PDK’Ê ÊRIŞAN DIPEJIRÎNE’

Berwarî diyar kir ku berdewama van êrişan dê bihele ku piştî çend mehên din rewşa herêmê ji bin destê hemû hezan derkeve û got: “Ne hikumeta Başûrê Kurdistanê, ne dewleta Tirk dê çalakiyên gel kontrol bikin.  Ji ber ku ev ax a gelê Başûrê Kurdistanê ye û gelek berdel jî ji bo vê axê hatiye dayîn. Gelê herêmê tu carî xwîna şehîdên xwe qurbanî dagirkeran nake. Berdewamiya êrişan aboriya Başûrê Kurdistanê xirabtirîn bibe ku di sedsala çûyî heya niha rewşa herêmê xirabtirîn e.”

Berwarî der barê daxuyaniya PDK’ê ya li dijî KCK’ê got ew kesên ku dibejin sedema êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê PKK ye, ew bi xwe siyaseta dewleta Tirk a dagirker dipejirînin û rewa dikin. 

‘LI SER SÎNORÊ BAŞÛR ÇETE TÊN BICIHKIRIN’

Berwarî di nirxandinên xwe de, agahiyeke girîng parve kir û anî ziman ku çeteyên li Rojavayê Kurdistanê, Idlib, Ezaz, Cerablus ber bi Başûrê Kurdistanê ve têne rêkirin û wiha domand: “Dewleta Tirk ew ê ku çeteyên îslamî-cîhadîst, Îxwanî li Başûr taybet cihên sînorî bi cih dikin, hewl didin destkeftiyên Kurdan têk bibin, dîsa serdemeke tarî li Kurdistanê bidin dest pê kirin.  Pê re girêdayî şoreşa Rojava ye Kurdistanê jî têk bibe û bihêlin ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi van çeteyan re hevkarî bike.”

Berwarî destnîşan kir ku têkiliyeke xurt di navbera êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê de heye û wiha dewam kir: “Ji ber dewleta Tirk mamosteyê DAIŞ’ê ye. Forûma dadgehkirina DAIŞ’ê ya ku li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin vê eşkere kir ku dewleta Tirk û DAIŞ yek hêz in. DAIŞ ên li Iraqê piştevanî û alikariya xwe ji dewleta Tirk digirin. Bi êrişên dewleta Tirk re êrişên DAIŞ’ê jî zêde dibin. Dixwazin hebûna DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê xurttir bibe.”

TIŞTÊN JI HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÊN XWESTIN ÇI NE?

Têkildarî tiştên ku ji desthilata Başûrê Kurdistanê tê xwestin, Berwarî ev tişt got: “Divê çarenûsa herêmê nexin bin destê dewleta Tirk. Leşkerên dewleta Tirk û MÎT xwe ji Başûrê Kurdistanê bikişîne ku çareseriyek Kurdî ji bo hemû Kurdistanê bigerin. Di vê sedsalê de ne mimkun e gelê Kurdistanê bê statu bimîne. Hemû dewletên cîhanê ji vê rewşa Kurdistanê berpirsyar in ku divê bi erkên xwe rabin. Taybet komploya navneteweyî ku li ser rêber Abdullah Ocalan hat kirin; niha heman komplo li ser gelê Kurdistanê tê berdewamkirin. Heya ku dewleta Tirk venegere sînorê xwe yê cografîk ê rast pirsgirêka Rojhilata Navîn jî çareser nabe.”   

ANHA