Leşkerên Tirk, li ser sînorê Girê Spî du jin tecawiz kirin

Dazgehên çapemeniyê yên girêdayî opozîsyona Sûriyê yên alîgirên artêşa Tirk a dagirker û Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ragihandin ku leşkerên Tirk du jinên ciwan ên ji bajarê Hemayê tecawiz kirin. Herdu jin bi komek şêniyan re dixwestin sînorên Sûriyê-Trikiyê derbas bikin.

Leşkerên Tirk, li ser sînorê Girê Spî du jin tecawiz kirin
31 tebax, 2020   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rojnemaya "Cisir" a girêdayî opozîsyona Sûriyê, li gorî agahiyên ji şahid û çavkaniyên agahdar ên çeteyên polîsa leşkerî yên li bajarê Girê Spî girtine, got; Her du jinên ciwan E û M ji bajarê Hemayê ne. Bi rêya qaçaqekî bi navê M.H ê ji Dêrazorê li beramberî 500 dolaran, bi komek şêniyên Sûriyê re hewl dan sibeha Şemiyê sînorên Sûriyê-Tirkiyê derbas bikin da ku piştre derbasî Almanyayê bibin.

Piştî ku sînor derbas kirin,  li herêma Mabrûka ya di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de, hemû dikevin destê leşkerên Tirk (jendarma). Dihat payîn ku kesekî Tirkî li benda wan baya da ku wan derbasî Rihayê kiribûya.

Leşkerên Tirk wan êşkence dikin û derbasî aliyê Sûriyê dikin. Wê demê çeteyên "polîsa leşkerî "ya girêdayî “Artêşa Niştîmanî Sûriyê” wê komê digire. Her du jinên ciwan ji wan re dibêjin ku, leşkerên Tirk ew tecawiz kirine.

Li gorî çavkaniyan, şêniyên ku bi her du jinên ciwan re bûn, rûdana bûyerê piştrast kirin û gotin"Dema çavê leşkerên Tirk li herdu jinên ciwan ket, ew ji komê qut kirin. Em nizanin piştre çi bû."

Li gorî rojnameyê çeteyên "Artêşa Niştimanî" li bajarokê Silûk ê Girê Spî yekser ketin tevgerê, qaçax girtin û erebeya wî "Van" desteser kirin. Çavkaniyekî ji malperê re got: "Polîsên leşkerî hewl didin rêbazekî bibînin da ku tewana tecawizkirinê biavêjin ser qaçaxçiyê Sûrî . Her wiha ji herdu jinên xwestin ku derbarê bûyerê de bêdeng bimînin. Eger deng nekin dê li beramberî bêdengiyê, wan bi fermî derbasî Tirkiyê bike. Herdu jinan ev şert qebûl nekirin."