Şêniyên Şêrawayê êrişên dewleta Tirk şeremzar kirin

Şêniyên navçeya Şêrawayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser xaka Kurdistanê, siyasetên PDK'ê yên piştgiriya dagirkeriyê şermezar kirin û berxwedana Heftenînê silav kirin.

Şêniyên Şêrawayê êrişên dewleta Tirk şeremzar kirin
31 tebax, 2020   17:15
EFRÎN

Endamên Meclisa Navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û şêniyên navçeyê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagikerên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek li gundê Xirbekê li dar xistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamên rêveber ên Meclisa Navçeya Şêrawayê Ebdo Berekat û Zîlan Îbrahîm bi zimanên Erebî û Kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "

Em wekî welatparêzên kevnar êrişên li ser tevahî xaka Kurdistanê diqewimin, bi taybet êrişên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, Heftenîn, Qendîl, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi tundî şermezar dikin. Wekî welatparêzên apoçî em soza xwedîderketina di şexsê berxwedana efsanewî de nû dikin.

Wekî tê zanîn polîtîkeyên qirker ên dewleta faşîst ku li ser xaka bav û kalên me têne meşandin êrişek li bermaberî hafîzeya dîroka gelan e.

PDK'ê pir vekirî alîkariya van êrişan dike, bi taybet li ser serok Apo, hereketa jin û civakê. PDK'ê di dîrokê de heta îro hertim li hember Kurd û Kurdistanê rola xwe ya xayîntiyê tu carî dest jê bernedaye.

Li ser vê em piştgiriyê didin serhildanên Başûrê Kurdistanê. Di heman demê de em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dijmin bin bixînin.

Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan..Bimre îxanet..Bijî Rêber Apo."

ANHA