'Siyaseta PDK'ê ya li dijî rojnamevanan mîna siyaseta AKP'ê ye'

Rojnamevan û endamê YRA'yê yê herêma Efrînê Idrîs Henan got: ”Siyaseta PDK’ê ya li hemberî çalakvan û rojnamevanan dûrî pîvanên demokrasiyê ye û wek ya AKP’ê ye."

'Siyaseta PDK'ê ya li dijî rojnamevanan mîna siyaseta AKP'ê ye'
31 tebax, 2020   00:39
ŞEHBA

Rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi dehan rojnamevan û çalakvanên sivîl li herêmên Dihok û Hewlêrê girtin.

Di vê çarçoveyê de rojnamevan û endamê Meclisa Yekitiya Ragihandina Aazad (YRA) ya herêma Efrînê Idris Hanan got: "Rayedarên Başûrê Kurdistanê hewl didin ku destê xwe deynin ser çapemeniyê û azadiya rojnamevanan qir bikin. Tevî ku Hikumeta Herêma Kurdistanê di 2007'an, 2008'an û di sala 2013'an de biryar ji bo azadbûna rojnamevanan derxistine û gelek sendîqe ava kiribûn, lê hemû xistine xizmeta desthilatdariya xwe, û ji rastiyê dûr in. Lewre rewşa çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê ji ber siysaetên hikumeta herêma Kurdistanê têk diçe."

Hanan derbarê astengkirina azadiyê ji aliyê hukumeta Partiya Demokrat a Kurdistanê, nemaze li deverên Behdînan û Hewlêr de, wiha got: "Li gorî şopandina me ji rewşên ku li Behdînan û Hewlêrê diqewimin, em dibînin ku xwestekek gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê derketiye, rojnamevan û pisporên medyayê hewl dan ku vîna gel bigihînin cîhanê, lewre hikumeta PDK’ê dest bi hemleyên girtina çalakvan û rojnamevanan kir."

‘SIYASETA PDK DIŞBEHE SIYASETA AKP'Ê'

Henan bal kişand ku siyaseta PDK’ê ya li hemberî çalakvan û rojnamevanan mîna siyasetên AKP'ê ne û got: "Nêzîkkatiyên PDK' dûrî pîvanên demokrasiyê ye, di 8 mehên borî de nêzî 90 ronamevan li Başûrê Kurdistanê  hatin girtin."

Di dawiya gotinên xwe de Idrîs banga sazkirina desteyek dadgehî kir ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan li herêmên Kurdistanê bişopînin û bişînin aliyên berpirsyar re.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G_TziwJ9T_Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>