Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvan Cîhangir Sindî  hatin berdan

Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvanê civaka sivîl Cîhangir Sindî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvan Cîhangir Sindî  hatin berdan
30 tebax, 2020   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger Ehmed Zaxoyî ku ji aliyê PDK’ê ve li Zaxo hatibû girtin, piştî 11 rojan hate berdan.

Li gorî agahiyên ku nûnerê Sentera Metro ya Herêma Behdînan Eyhan Seîd dayî Roj News'ê di nava 11 rojan de bi ti awayek Ehmed Zaxoyî nehate dadgeh kirin. Her wiha hate gotin ku PDK’ê rê nedaye ti kesek jî serdana Ehmed Zaxoyî bike û bê ku biryarek dadwer hebe, hatibû girtin.

Çalakvanê civaka sivîl Cîhangîr Sindî jî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin, hate berdan. Nayê zanîn bê ka rojnameger Ehmed Zaxoyî bi kefalet hatiye berdan yan na.