Endamekî din ê komîteya dan û stanên Lubnan bi IMF îstîfa re kir

Şêwirmendê Wezîrê Diravî yê Lubnanê û endamê komîteya dan û standinan bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re Telal Feysel Selman îstîfa kir. Selman endamê sêyemîn e ku ji ber nîqaşê "Sar" di dan û standinan de îstîfa dike.

Endamekî din ê komîteya dan û stanên Lubnan bi IMF îstîfa re kir
30 tebax, 2020   15:11
BEYRÛT

Şêwirmendê Wezîrê Diravî yê Lubnanê û endamê komîteya dan û standinan bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re Telal Feysel Selman ji herdu erkan îstîfa kir.

Mûdîrê Giştî yê Wezareta Diravî ya Lubnanê Alan Bîfanî, ku berpirsê mezin ê Wezareta Diravî di ekîpa û standinan bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re bû, di dawiya Hezîrana borî de îstîfa kir.

Beriya wî şêwirmendê Diravê Henry Shawl ji ber "Tunebûna rasteqîn ji îslah û hewldana çavgirtina ji asta ziyanan di sîstema diravî de" îstîfa kir.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Lubnanê di Gulanê de dest bi danûstandinên bi IMF re kir, piştî ku nekarî deynê xwe yê mezin bide. Danûstandinan di Tîrmehê de ji ber nebûna pêkanîna reforman û ji ber nerazîbûnên di nav aliyê Lubnanê de li ser mezinahiya windahiya diravî sekinî.