Di çalakiya gerîla ya li Bazîdê de 8 leşker hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayan a li navçeya Bazîd a Agiriyê de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagriker hatin kuştin. Her wiha li navçeya Çelê ya Colemêrgê  jî 2 kozik tevî leşkerên tê de hatin îmhakirin.

Di çalakiya gerîla ya li Bazîdê de 8 leşker hatin kuştin
30 tebax, 2020   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanîiya HPG’ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê wiha ne:

28'ê Tebaxê saet di 00:00 de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li qadeke navbera qereqolên Serêkaniyê û Girberanayê, yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku kemîn danîbû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. 29'ê Tebaxê saet di 05:00 de yekîneya dijmin bi piştgiriya balafirên keşfê kete nava liv û tevgerê. Hêzên me ji cihekî ku bi 5 metreyan nêz bû, derbên giran li yekîneya dijmin xistin. Dagirkerên ku gelek kuştiyên wan çêbûn, piştî vê derba giran ketin nava panîkê û ji herêmê reviyan.

Di vê çalakiyê de ku derba di cih de li yekîneya dijmin hate xistin, bi giştî 8 leşkerên dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û şewata ku ji ber bombardûmanê derket hîn jî dewam dike.

Ev operasyon 29'ê Tebaxê saet di 11:00 de bi desteka balafirên keşfê ji herêmê vekişiya. Artêşa Tirk a dagirker hîn jî li herêmê kemînan datîne.

‘DAGIRKER WINDAHIYÊN XWE EŞKERE NAKIN’

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medya xwe ya şerê taybet, nûçeyên derewîn derbas kir ku tê de îdîa kir tenê 2 kuştiyên wan di vî şerî de hene û hejmara rastî ji raya giştî veşart. Daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker û nûçeyên ku diweşînin di çarçoveya şerê taybet de ne û pêwendiya xwe bi rastiyê nîne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 28'ê Tebaxê saet di 19:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li kozikên artêşa Tirk a dagirker ê li ser Tepê Girê xistin. Di vê çalakiyê de 2 kozikên dijmin tevî leşkerên dagirker ên tê de hatin îmhakirin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

29'ê Tebaxê danê nîvro artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawan qadên Mawata, Dirê û Geliyê Basya yên herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di encama bombardûmanê de şewat li qadê derket û hîn jî dewam dike.

GERÎLAYEK LI ZAPÊ ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Tebaxa 2020'an de me ragihandibû ku 18'ê Tebaxê li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevala me Şîla şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya bi lehengî şer kir û şehîd bû wiha ne:           

 

Nasnav: Şîlan Koçer
Nav paşnav: Hiyam Kasim
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Ayşe-Nûh
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tebaxa 2020 / Zap

Hevrêya me Şîlan ku sala 1993'an li Dêrikê ji dayik bû, li nava malbateke dilsozê nirxên Kurdistanî mezin bû. Hevrê Şîlan ku şahidî ji Şoreşa Rojava re kir û bi rengekî çalak tevlî bû, her tim zanîbû ku rêya azadiya Kurdistanê bi têkoşîna bênavber dibe û sala 2018'an ji Rojava tevlî nava refên gerîla bû. Bi jiyana xwe, sekn û tevlîbûna xwe bû nûnera xeta milîtan a pêşeng. Ji bo di xeta gerîlayên serketinê yên Modernîteya Demokratîk de bibe pispor, her tim di nava kûrbûneke xurt de bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Şîlan a şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."