Fermandarê QSD’ê: Dagirker bi êrişan dixwazin rêya M4 li sivîlan bigirin

Yek ji fermandarên QSD’ê yê eniya Eyn Îsa Hozan Kobanî diyar kir ku dagirker bi êrişên li ser rêya M4 re dixwazin rê li sivîlan bigirin.

Fermandarê QSD’ê: Dagirker bi êrişan dixwazin rêya M4 li sivîlan bigirin
Fermandarê QSD’ê: Dagirker bi êrişan dixwazin rêya M4 li sivîlan bigirin
Fermandarê QSD’ê: Dagirker bi êrişan dixwazin rêya M4 li sivîlan bigirin
30 tebax, 2020   10:18
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên leşkerî yên li gundewarên Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî çêkirine, bi topbaran, gulebaran û suîqastan sivîlan dikin hedef. Heya niha 5 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Hoşan, Kefîfa, li pêşiya gundê Qizelî, Şergirak, Xirbetfaris û 33 nuqteyên çeteyan hatine avakirin. Dibistan jî kirine baregeh.

Yek ji cihên herî zêde êriş lê çêdibin û sivîl tên qetilkirin, rêya M4 e. Çete û leşkerên arteşa Tirk a dagirker li derdora vê rêyê çekên giran bi cih kirine. Beriya sê rojan (27’ê mehê) sivîlek bi navê Qasim El-Xelîl (48) li ser rêya M4 li hemberî gundê Şêx Hesen ê Eyn Îsayê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate kuştin. Qasim yekser ji serî de hatibû suîqatkirin.

Ji êrişên 9 Cotmehê heya niha li gor agahiyên Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş ya bajarê Eyn Îsa, li ser vê rêyê 13 sivîl şehîd ketine 44 sivîl jî birîndar bûne.

Tekildarî êrişên dewleta Tirk fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrişên li ser sivîlan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker peymanên 17 û 23'yê Cotmehê binpê dike. Ji aliyê hêzên Rûsya û hikûmeta rejîma Sûriyê ve heya niha der barê êrişan de tu helwestên pêwîst nehatine dayîn.

‘BI ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê RE ÊRIŞ LI SER HERÊMÊN ME ÇÊDIBIN’

Yek ji fermandarên bajarê Eyn Îsayê Hozan Kobanî têkildarî hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve diyar kir ku bi nûjenkirina DAIŞ’ê re dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir li ser sivîlan dide meşandin û got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê li Baxozê nehezimkirina dewleta Tirk êriş li ser herêmên me hatin kirin. Bi şêwazeke nû nûjenkirina DAIŞ’ê dewleta Tirk êrişî warên me dike. Dewleta Tirk bi derketina şewba virusa koronayê re hîn zêdetir êriş dike. Wekî firset dibîne ku naxwazin gelê herêmê di nav aramiyê de bijîn. Dagirker mal û milkên sivîlan hemû talan dikin, dişewitînin, xerab dikin ku ev hovîtî encama armanca wan in.”

‘BI ÊRIŞAN DIXWAZIN RÊ JI SIVÎLAN RE BIGIRIN’

Kobanî destnîşan kir ku di herêmê de yekemîn ên ku dibin hedef sivîl in û got: “Hewl didin bi qetilkirina sivîlan re gel bitirsînin û herêmê bidin valakirin. Rêya di navbera Eyn Îsa û Çelebiyê (M4) de rêya sivîlan e. Lê sivîlên ku wê rêyê bi kar tînin ji aliyê dagirkeran ve tên suîqastkirin. Bi van êrişan re dixwazin ku wê rêyê li sivîlan bigirin.”

‘ROJANE SIVÎL DIBIN HEDEF, JIYANA ME DI XETEREYÊ DE YE’

Şêniyê li gûnde Şêx Hesen, Mustafa Xelîl Ehmed diyar kir ku jiyana wan a li gund de di bin xetereyê de ye û got: “Dewleta Tirk a faşîst rojane sivîlan qetil dike. Beriya 5 rojan li gundê me sê jin beriya sê rojan jî şêniyek hat qetilkirin. Bi van qetlîaman dixwazin em warê xwe berdin û koçber bibin. Lê em tu carî erdê xwe bernadin. Jiyana me bi roj û şev her dem di nav xeteriyê de ye.  Her çiqas ew êriş jî bikin em ê li ber xwe bidin.  Sivîlên ku diçin erd û karê xwe yekser dibin hedef. Ji ber êrişan em nikarin bi rehetî tev bigerin. Ev çete û dewleta Tirk ji bo dizî, talan û xerabkirina aramiya me dixwazin warê me dagir bikin.  Qaşo leşkerên Rûs û hikûmeta Sûriyê ji bo pêşîgirtina êrişan hatin herêmên me, lê heya niha tu hewldanên wan ên pêşîlêgirtina êrişan çênebûne.”

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uTwVWnpGpzo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>