Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 17 kesên din bi vîrusa koronayê ketine. Her wiha 10 nexweş baş bûne û nexweşekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
30 tebax, 2020   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku nexweşê ku miriye 70 salî ye û ji şêniyên Hesekê ye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku tîmên tenduristiyê nexweşketina 17 kesên din bi vîrusa koronayê belge kiriye û ji van herêman in:

Qamişlo: 8
Hesekê: 3
Dêrik: 3
Rimêlan: 1
Amûdê: 1
Şehba: 1

Ciwan Mistefa bal kişand ser ku di dirêjahiya 24 saetên derbasbûyî de, 10 nexweş baş bûne.

Bi vê daneyê re, hejmara nexweşên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 544 nexweşan, jê 35 nexweş mirine û 98 nexweş baş bûne.

(şx)

ANHA