​​​​​​​Koçberên Efrînê: Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî jinan dike

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dijîn, bêdengiya rêxistinên mirovî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê şermezar kirin û gotin: "Dewleta Tirk bi zanebûn êrişên cinsî li ser jinan pêk tîne.”

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî jinan dike
30 tebax, 2020   06:44
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Sûcên dewleta Tirk a faşist li Efrînê dubare dibin, nemaze li dijî jinan. Di van demên dawî de, şêniyên Efrînê bi darê zorê û bi zextên li ser jinan tên koçberkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê ragihand ku zêdetirî 1000 jin hatine revandin. Piraniya wan hîna zarok in. Çarenûsa zêdeyî 400 jinî ne diyar e. Zêdeyî 65 jin hatin qetilkirin, 213 jin birîndar bûne û 4 jinan jî dawî li jiyana xwe anî.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de, ji  20’ê Çileya 2018'an  heya Tebaxa 2020’an  65 jin rastî êrişên cinsî hatine.

Di vê çarçoveyê de, welatiyê bi navê Hesen Qere Elî got: "Dewleta Tirk a faşîst gelek binpêkirinan li dijî jinên li Efrînê  pêk tînin. Wekî revandin, kuştin, destdirêjî û girtin bi armanca ku ziyanê bigihîne wan û tolê ji wan hilîne. Ji ber ku jinên Kurd berxwedanek mezin li dijî DAIŞ’ê meşandin."

Elî bêdengiya saziyên mafên mirovan şermezar kir û bang li wan kir ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin.

Zelox Umer got: “Dewleta Tirk a faşist Efrîn dagir kir û bi zanebûn êrişî jinan dike.”

Zeloxê bang li saziyên mirovî û navdewletî kir û xwest ku ji bêdengiyan derkevin û bi erkên xwe ji bo gel rabin.

Welatiyê bi navê Elîf Mihemed jî got: “Em ji ber êrişên hov ên dagirkeriya Tirk koçber bûn, ji ber ku dewleta Tirk nikarî vîna jinên Kurd bişkîne. Jin wê her tim li dijî van kiryaran liberxwe bidin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YFeIJHmk3N0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>