'Sîxurkirin, şerê taybet ê dewleta Tirk e’

Rejîma Tirk a ku destekê dide komên çete, destwerdanê di kar û barên Sûriyê dike. Her wiha gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, di şerê xwe yê li dijî şêniyên Sûriyê de gelek rêbazan bi kar tîne. Rêbazên sereke şerê taybet e ku bi rêya wê dixwaze civaka herêmê ji hev parçe bike.

'Sîxurkirin, şerê taybet ê dewleta Tirk e’
30 tebax, 2020   02:16
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên dawî de, bi dehan sîxurên MIT'ê  girtin. Sîxurên ku hatin girtin di îtîrafên xwe de parevekiribûn de diyar kirin ku ew bi pereyan vî karî ji bo rejîma Tirk dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo sîxurkirinê ciwanan dike hedef û wan dikin sîxurên xwe. Armanc ew e ku karibe destkeftiyên siyasî û leşkerî yên li herêmê ji holê rake. Her wiha ciwanan bi pereyan bi aliyê xwe de dikişîne û wan fêrî karanîna madeyên hişbirê dike, an jî bi hestên wan dilîzin da ku wan kontrol bikin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yê kantona Kobanê Ehmed Derwîş got: “Dewleta Tirk ciwanan dike hedef û wan bi rêbazên neexlaqî û madî ji bo berjewendiyên xwe dike leşker. Her wiha di nava ciwanan de hişbirê belav dike da ku wan kontrol bike. Ji bo ku çand û exlaqê xwe ji bîr bikin û bikevin xefka dijminê xwe.”

Ehmed Derwîş destnîşan kir ku gelek malbat li Tirkiyê hene li pey pariyê nanê xwe ketine, dewleta Tirk ji bo wan bike leşker zextê li wan dike.

Derwîş, bang li wan malbatan kir û wiha got: “Vegerin warê xwe, nebin sedema xirabkirina civaka xwe û windakirina çanda xwe. Nebin amûra şer a di destê dijminê gelê xwe de. Dijmin dixwaze bi rêya ciwanan îstîxbarata xwe di nav gel de belav bike. Ciwan pêşeroja gelê me ne û lingê bingehîn ê civaka me ne. Baweriya gel ew in. Ji ber vê divê ciwanên me rolek aktîf di civakê de bilîzin.”

Ehmed Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku xwe birêxistin bikin û got: "Heke hûn xwe birêxistin nekin, hûnê ji bo dijminê xwe bibin pariyek hêsan. Wê dijmin karibe we ji bo plan û armancên xwe bi kar bîne."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê Vîndar Pîrî jî got: “Dewleta Tirk ciwanan dike hedef, ji ber ku ciwan beşê sereke û bingehîn ê civakê ne. Armanca dewleta Tirk ji vê kiryarê parçekirina civakê, çêkirina aloziyê ye û têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Vîndar Pîrî bal kişand ku hin ciwanan bi pereyan nirx û rêgezên xwe difiroşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li ciwanan dikin ku beşdarî dewreyên perwerdeyê yên ku navendên ciwanan vedikin, bibin. Ji bo avakirina civakeke zane û pêşketî bixebitin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Sl9bQt_Zogs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>