​​​​​​​Ebû Omer El-Idlibî: Pêşketinên li Idlibê ji bo mijûlkirinê û derxistina şerekî mezin e

Fermandarê Lîwa El-Şemal El-Demoqratî Ebû Omer El-Idlibî got: "Rageşî û pêşketinên dawî li Idlibê ji bo mijûlkirinê û derxistina şerên meizn li herêmê ye. Ji ber tunebûna projeyeke navnetewî ya rasteqîn ku çareseriya siyasî pêk tîne, Sûriye ber bi rêyeke xetimî ve diçe."

​​​​​​​Ebû Omer El-Idlibî: Pêşketinên li Idlibê ji bo mijûlkirinê û derxistina şerekî mezin e
30 tebax, 2020   03:23
ŞEHBA- CEFER CAFO

Li Sûriyê gelek pêşketin rû didin, nexasim girêdayî doza Idlibê û rewşa wir. Hikumeta Sûriyê û Rûsya hêza xwe ya leşkerî xurt dikin. Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker karwanên leşkerî derbasî xaka Sûriyê dike. Her wiha behsa operasyoneke leşkerî ya nêz ya hikumeta Sûriyê li heêrmên başûrê Idlibê, tê kirin.

Girêdayî mijarê, fermandarê Lîwa El-Şemal El-Demoqratî Ebû Omer El-Idlibî wiha got: "Bi rastî, sewqiyetên mezin ên gelek aliyên şer li Idlibê hene. Hemwextî wê hêzên dijber ên hundir û derve bi hev re dicivin."

El-Idlibî destnîşan kir ku wekî her kes dizane, çavnebariyên aliyên derve li ser rêya navdewletî hene û got: "Hemû alî hewl didin kaxizên xwe li ser erdê zêde bikin û berjewendiyên xwe misoger bikin."

HELWESTÊN NAVNETEWÎ BI NAKOK Û JI HEV CUDA NE

Ebû Omer El-Idlibî wiha domand: "Bawer nakim ku şerekî yekser di navbera hikumeta Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker de rû bide. Di rastiyê de tenê rageşî heye, da ku bale ji ser herêmê bikişînin û rastiya li ser erdê veşêrin. Helwestên navnetewî bi nakok û ji hev cuda ne. Îran bi hebûna xwe li herêmê hewl dide aliyê leşkerî gur bike û li herêmê şerên mezin derxe ku karibe bi wê rêyê serweriya xwe li ser erdê xurttir bike. Amerîka û dewletên Ewropayê jî hewl didin ku rewşê aram bikin û rê bidin pêşkêşkirina çareseriyên siyasî da ku rola Îranê û Tirkiyê li herêmê qels bikin."

TIRKIYÊ DIXWAZE BERJEWENDIYÊ XWE YÊN STRATEJÎK MISOGER BIKE

Ebû Omer El-Idlibî di nirxandina xwe de daxuyand ku hesabên Rûsya û Tirkiyê ji berjewendiyên xwe yên li Lîbya û Sûriyê mezintir in. Tirkiyê dixwaze bi rêya destwerdana li her du welatên navborî berjewendiyên xwe yên stratejîk ên girêdayî gaz û petrolê misoger bike û bi rêya vekirina rêyên firotinê ku di cografiya Sûriyê re derbas dibin, dixwaze aboriya xwe xurt bike.

‘ALOZIYA SÛRIYÊ BER BI XITIMÎNÊ VE DIÇE’

El-Idlibî bal kişand ser pêşketinên li Sûriyê bi giştî û li Idlibê bi tabyetî û got: "Di dema niha de, ji ber tunebûna projeyeke navnetewî ya rasteqîn ku çareseriya siyasî pêk bîne û nakokiyên navdewletî ku bandoreke nerênî dikin, rewşa Sûriyê ber bi rêyeke xetimî ve diçe. Haya her kesî ji rawestîna civînên Cinêvê û xebatên komîteya destûrê. Heta ku projeyeke navnetewî ya cidî ji bo çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê ku hemû aliyên Sûriyê digire nava xwe dernekeve, dê rewş bi vê rengî dewam bike."

Ebû Omer El-Idlibî dibîne ku çareya herî guncew a aloziya Sûriyê, pêşxistina diyalogê di navbera hemû pêkhateyan de bêyî dûrxistina aliyekî û bêyî şertên pêşwext e. Her wiha divê zext li dewleta Tirk bê kirin ku ji herêmên dagirkirî derkeve û şêniyên resen vegerin herêmên xwe û hemû hêz û rêxistinên radîkal ên girêdayî Tirkiyê bên tunekirin.

(cx)

ANHA