‘Armanca sîxurkirina ciwanan derxistina fitneyê ye’

Şêxê eşîra El-Bosultan û berdevkê şêxên eşîrên Minbicê Adil Ebdulselam wiha got: "Tirkiyê malbatên Ereb yên xizan ên ji Sûriyê koçberî Tirkiyê bûne, li dijî pêkhateyên herêmê wekî sîxur bi kar tîne. Dewleta Tirk bi van kiryaran dê nikaribe tevna civakî ya herêmê ji hev bixe."

‘Armanca sîxurkirina ciwanan derxistina fitneyê ye’
30 tebax, 2020   01:13
KOBANÊ- DICLE EHMED

Girêdayî mijara sîxurkirina Tirikiyê ji welatiyên Sûriyê re da ku ajandeyên xwe li Sûriyê pêk bîne û bandorên wê yên nernênî, şêx Adil Ebdulselam ji ANHA`yê re axivî.

Berdevkê şêx û êlên eşîrên Minbicê û şêxê eşîra El-Bosultan Adil Ebdulselam wiha got: "Wekî şêx û serokeşîrên Ereb ên herêmê, van kiryarên ku dewleta Tirk û dijminên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jihevxistina tevna civakî pêk tînin, şermezar dikin."

Şêx Adil Ebdulselam wiha da zanîn: "Kiryarên bi vê rengî bandorê bi ewlehî û îstiqrara herêmê nakin. Ji ber ku haya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji plan û siyasetên li dijî herêmê heye."

Ebdulselam destnîşan kir ku hevgirtina eşîrên Ereb û Rêveberiya Xweser rê li pêşiya bandorkirina ajanên Tirkiyê li herêmê digire.

Şêx Adil Ebdulselam her wiha îşaret bi bikaranîna Tirkiyê ji welatiyên Sûriyê re û şandina wan ji herêmên şer re kir û wiha got: "Erdogan ciwanan dixapîne û wan ji bo şer dişîne Lîbya û Ezerbîcanê. Ev kiryarên xerabkirinê dikevin berjewendiyên Erdogan û hikumet û partiya AKP`ê."

Şêxê eşîre El-Bosultan ku şaxekî qebîleya Begare ye, wiha berdewam kir: "Em wekî şêx û serokeşîrên Ereb ji ciwanên Sûriyê yên ji çeteyan û Tirkiyê re ajantiyê dikin, wiha dibêje: hişyar bin û bi pereyan neyên xepandin. Ji ber ku Erdogan we li gorî berjewendiya xwe ya taybet û berjewendiya hikumeta xwe û partiya xwe bi kar tîne."

Şêx Ebdulselam îşaret bi bûyerên hedefgirtinê yên li Dêrazorê qewimîn, kir. Wekî kuştina şêxên eşîrên Begare û Igêdat û beriya wê jî kuştinê şêxê eşîra Evadîle ya bajarê Reqayê û wiha got: "Armanca van kiryaran têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê û derxistina fitneyê di navbera eşîrên Ereb, pêkhateyên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye."

Her wiha piştrast kir ku eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bikaranîna sîxur û ajanan ku berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî û dijminên Rêveberiya Xweser pêk tînin, baldar in.

Şêx Adil Ebdulselam bang li hemû malbatên koçber û ciwanên ku Tirkiye wekî ajan bi kar tîne kir ku vegerin welatê xwe, bi rûmet li ser axa xwe bijîn, parastina xak û gelê xwe bikin û li dijî kiryarên tevlîhevkirina herêmê bisekinin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NzR9LY3CWm0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>