El-Serac û Paşa Axa..Nakokiyên li ser desthilatdariyê

Serokê hikumta Wîfaqê Fayiz El-Serc, roja Înê biryara dûrxistina wezîrê hundirîn Fethî Paşa Axa ji kar da. Akademîsyen û nivîskarê siyasî yê lîbyayî Dr. Cibraîl El-Ubeydî diyar kir ku tişta rû dide, nakokiyên li ser desthilatdariyê ye.

El-Serac û Paşa Axa..Nakokiyên li ser desthilatdariyê
30 tebax, 2020   00:23
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Li gorî biryara El-Sarac, Paşa Axa ji kar tê dûrxistin û ji dîroka derxistian biryarê de, di nava demekê 72 saetan de ji bo lêpirsînê derkeve pêşberî Meclisa Serokatiyê.

Di heman biryarê de, El-Serac wekîlê wezareta karê hundir, Xalid Mazin, wezîfedar kir.

Biryara rawestandina Fathî Paşa Axa gelek pirs derketin holê. Ji wan pirsan sedemên dûrxistina wî ji kar, girêdayî wê serdana wî ya dawî ji bo Tirkiyê. Gekel çavdêr dibînin ku ev yek destpêka parçebûna milîsên li Lîbyayê ne.

'NAKOKIYÊN MÎRÊN ŞER IN'

Di vê çarçoveyê de, Dr. Cibraîl El-Ûbeydî ANHA'yê re got: "Ya ku diqewime pevguhertina rolan e û şerê desthilatê yê di navbera mîrên şer yên li Trablusê de ye. Her wiha hewldanek ya Paşa Axa ji bo ku bibe xwedawenda qonaxa bê û xwe wekî çêkerê aştî û aramiyê nîşan bide, lê rewşa ku derketiye, ew bi milîsên li wir mane re ket nava pevçûnan."

 'DEWLETÊ AVA NAKIN'

El-Ûbeydî diyar kir ku "Milîsan hewl da ku Paşa Axa xwe ji bo qonaxa bê nîşan bide, ji ber vê yekê pevçûn bi milîsên ku El- Sarac re derket.  Lewre El-Sarac fersend dît ku xwe ji Paşa Axa xilas bike û biryara dûrxistina wî ji kar da."

Nivîskarê Lîbyayê axiftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi gotina dawî, kesên wisa dewletan naafirînin û ava nakin û her tim xwepêşandêrên aştîxwaz di bin bêdengiya navdewletî de qir dikin."

ANHA