ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-08-2020`AN
29 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Babins a kantona Şehbayê li djiî êrişên artêşa Tirk a dagirker û ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşekê li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Lîwa El-Şemal El-Demoqratî Ebû Omer El-Idlibî got: "Rageşî û pêşketinên dawî li Idlibê ji bo mijûlkirinê û derxistina şerên meizn li herêmê ye. Ji ber tunebûna projeyeke navnetewî ya rasteqîn ku çareseriya siyasî pêk tîne, Sûriye ber bi rêyeke xetimî ve diçe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Bosultan û berdevkê şêxên eşîrên Minbicê Adil Ebdulselam wiha got: "Tirkiyê malbatên Ereb yên xizan ên ji Sûriyê koçberî Tirkiyê bûne, li dijî pêkhateyên herêmê wekî sîxur bi kar tîne. Dewleta Tirk bi van kiryaran dê nikaribe tevna civakî ya herêmê ji hev bixe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji fermandarê QSD yê eniya Eyn Îsa Hozan Kobanî diyar kir ku dagirker bi êrişên li ser rêya M4 re dixwazin rê li sivîlan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Iraqê bêyî ku sedeman diyar bike, vegera penaberên Iraqê yên li kampa Holê rawestandin. Penaberên Iraqê ji ber kiryarên malbatên çeteyên DAIŞ'ê metirsîdar in û bi van gotinan bang li hikumeta Iraqê dikin: "Kesên li kampa Holê hemû ne DAIŞ’î ne. Em ji ber DAIŞ'ê em reviyan û hatin vir. Em dixwazin vegerin warê xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Rejîma Tirk a ku destekê dide komên çete, destwerdanê di kar û barên Sûriyê dike. Her wiha gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, di şerê xwe yê li dijî şêniyên Sûriyê de gelek rêbazan bi kar tîne. Rêbazên sereke şerê taybet e ku bi rêya wê dixwaze civaka herêmê ji hev parçe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de gelek bûyer li ser asta Rojhilata Navîn rû dan, ji wan; nakokiya Rûsya û Amerîkayê yên li rojhilat û bakurê Sûriyê, serdana rayedarên Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û zextên Ewropa yên li ser Tirkiyê.

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran ê herêma Cizîrê Ebûd Mexso got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê partiyekê tenê nake hedef. Tevahî gelê Kurd dike hedef. Kurdên bi Tirkiyê re hevkar in wê berdêlên giran bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Serokê hikumta Wîfaqê Fayiz El-Serc, roja Înê biryara dûrxistina wezîrê hundirîn Fethî Paşa Axa ji kar da. Akademîsyen û nivîskarê siyasî yê lîbyayî Dr. Cibraîl El-Ubeydî diyar kir ku tişta rû dide, nakokiyên li ser desthilatdariyê ye. (BI WÊNE).

JIN

- Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dijîn, bêdengiya rêxistinên mirovî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê şermezar kirin û gotin: "Dewleta Tirk bi zanebûn êrişên cinsî li ser jinan pêk tîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Yekitiya Kedkaran a kantona Hesekê derfetên kar ji 900 jinên bajêr re peyda kir û ew di werşeyên li navenda depoyên bajêr û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi cih kir. Yekitî hewl dide ku mafên wan biparêze û barê wan sivik bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA