​​​​​​​MSD`ê bernameya serdana şandeya xwe ya ji Rûsyayê re eşkere kir- HATE NÛKIRIN

Endamê şandeya MSD`ê li Rûsya Sîhanok Dîbo bernameya serdana şandeyê eşkere kir. Dîbo piştrast kir ku dê şande li wir hevdîtinan pêk bîne.

​​​​​​​MSD`ê bernameya serdana şandeya xwe ya ji Rûsyayê re eşkere kir- HATE NÛKIRIN
29 tebax, 2020   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Sîhanok Dîbo got: "Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk li ser vexwendineke fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê di 27`ê vê mehê de gihîşt Moskovê."

Şandeya MSD`ê ji seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, cîgirê wê Hikmet Hebîb, serokê Yekitiya Suryenan Senherîb Barsûm û nûnerê MSD`ê li Misirê Sîhanok Dîbo pêk tê.

Dîbo ji ANHA`yê re daxuyand ku dê duşema bê bi civîneke çapemeniyê mûzakereyeke di navbera MSD`ê û Partiya Vîna Gel de bê îmzekirin. Di heman rojê de dê hevdîtin bê kirin.

Dîbo diyar kir ku dê navaroka mûzakereyeke lihevkirinê piştre bê belavkirin û dê pîvanên sereke yên peymaneke civakî ya nû ya Sûriyê bigire nava xwe ku dê rê li hewldanên daigirkirin û parçekirina Sûriyê û avakirina sîstemeke navendî ya zordar, bigire.  

Dîbo wiha lê zêde kir: "Em dikarin bêjin, mûzakereya bê îmzekirin dê tiştê herî baş ku heta niha hatiye kirin be. Dê sûdê li tevahiya ceografiya Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybetî li opozisyona niştîmanî ya demokratîk bike. Em dikarin bêjin ku nuqteyek guhertinê ya rasteqîn e."

(cx)

ANHA