​​​​​​​Panorama hefteyê: Nakokiya Rûsya-DYA, zextên Ewropa yên li ser Tirkiyê

Di hefteya derbasbûyî de gelek bûyer li ser asta Rojhilata Navîn rû dan, ji wan; nakokiya Rûsya û Amerîkayê yên li rojhilat û bakurê Sûriyê, serdana rayedarên Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û zextên Ewropa yên li ser Tirkiyê.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Nakokiya Rûsya-DYA, zextên Ewropa yên li ser Tirkiyê
30 tebax, 2020   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî, qala nakokiya dawî ya Rûsya û Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û aloziya Ewropa-Tirkiyê kirin.

EL-EREB: NAKOKIYA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ AGIRÊ RAGEŞIYAN LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ GUR DIKE

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê kir, jê ya herî girîng rageşiya di navbera Rûsya û dewleta Tirk li Sûriyê de. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Duh Rûsyayê got DYA berpirsa bûyera ku hefteya borî li rojhilatê Sûriyê rû daye.”

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî di demek berê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku erebeya Rûsyayê bi erebeya Amerîkayê ya li dijî mayinan ketiye, di encamê de tîma erebeya Amerîkayê birîndar bûne.

Pir kêm bûyerek mîna vê di navbera hêzên Rûsya û Amerîkayê de li Sûriyê rû bide. Gelek pirs girêdayî bûyerê derketin pêş, heger bûyer bi şaşî bû lê encama rageşiya ku di navbera her du aliyan de bilind dibe.

Li gorî hinek agahiyên ku ji hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka û Rûsyayê bi tevlêbûna Îsraîlê de di mehên borî de rû dane, hatine bidexistin, her du alî gihaştin rêzelihevkirinan, nexasim girêdayî herêma rojhilat. Jê ya herî girîng meşandina xebatên hevpar ji bo neçarkirina Îranê ku asta hebûna xwe ya leşkerî li herêmê kêm bike.

Rojhilat Sûriyê ji girîngtirîn herêmên ku endamên Îranê û milîsên alîgirên wê tê de belav dibin. Ji ber ku nêzî sînorên Iraqê xwedî girîngiyek jeosiyasî ye. Li gel paşguhkirina Rûsyayê, ev hêzên alîgirên Îranê rastî bombebaranên nediyar tên. Ev jî agahiyên girêdayî hebûna lihevkirinekê di vî warî de di navbera Rûsya û Amerîkayê de piştrast dikin.

Li gorî çavdêran, ne pêkan e ku nakokiya heyî ya di navbera DYA û Rûsyayê de li rojhilatê Sûriyê û bakur û rojhilatê wê veguhee nakokiyek çekdarî. Ji ber ku her du alî tê gihîştine xeteriyên tevgerên xwe yên li ser vê bingehê.”

EL-ŞERQ EL-EWSET: RAYEDARÊN AMERÎKA YÊN PAYEBILIND LI ROJHILATA NAVÎN IN

Der barê hewldanên Amerîkayê ku di navbera Israîl û dewletên erebî de rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsî:"Berpirsên Amerîka yên payebilind xwe amade dikin ku serdana Rojhilata Navîn bikin, bi taybet Israîl û Imaratê, da ku piştgiriya hevpeymana di navbera her du dewletan de bikin. Her wiha hin dewletên Erebî yên din jî tevlî bikin".

Çavkaniyên diplomatîk li Israîlê diyar kirin ku Amerîkî dixwazin lihevhatina Imarat û Israîlê biser bikeve, her wiha dixwazin lihevhatinê ferehtir bikin û hin dewletên erebî yên din tevlî bikin. Çavkaniyan behsa Sûdanê kirin ku dibe bi Israîlê lihevhatinê bike".

EL-BEYAN: TEVGERA TERABLUSÊ WÎFAQÊ DORPÊÇ DIKE; YAN ÎSTIFA YAN SERHILDAN

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Protestoyên li paytext Terablusê û bajarên rojavayê Lîbyayê dewam dikin, ku welatî ji bo daxwazên jiyanî daketin kolanan, lê ji ber destwerdana tund a hikumeta Wîfaqê bi serokatiya Fayiz El-Serac, asta daxwazên xwepêşandêran bilind bû û êdî doza hilweşandina hikumetê dikin. Xwepêşandan duh sibehê gihiştibûn ber deriya mala El-Serav bixwe, hijmara kesên ku tevlî bûn jî zêde bû, gelek parêzer û rojnamevan jî tev lê bûn."

 EL-EREB: EWRUPA LI HEMBER TEVGERA TIRKIYÊ, LEŞKERAN PERWERDE DIKE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Çar dewletên endamên Yekitiya Ewropayê, Yewnanistan, Fransa, Îtalya û Qibrisê, roja çarşemê perwerdeyên leşkerî yên hevbeş li rojhilatê Deryaya Spî dest pê kirin, ku di demên dawî de alozî li wir mezin bûye. Der barê destnîşankirina sînorên deryayî di navbera Enqere û Atînayê de, lê Enqere jî her rewşê aloz dike û dibêje "Ew ê li herêmê paşde venegere."

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê roja çarşemê diyar kir ku Qibris, Yewnanistan, Fransa û Îtalyayê li hev kiriye ku hêzên hevbeş li rojhilatê Deryaya Spî belav bikin, di çarçoveya lihevhtina çaralî (SQAD), wezaretê diyar kir ku ev lihevhatina çaralî "Dê hebûna leşkerî ya asmanî li herêmê bi hêz bike".

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê roja çarşemê diyar kir ku Qibris, Yewnanistan, Fransa û Îtalyayê li hev kiriye ku li rojhilatê Deryaya Spî hêzên leşkerî bi cih bikin, di pêngava yekem a vê projeyê de dê hêzên deryayî û asmanî yên van çar dewletan li başûrê Deryaya Spî bi cih bibin. Wezaretê her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev perwerde dide diyarkirin ku "Dewletên Ewropayê paybendî pêkanîna zagonên deryayan in"

Her wiha da zanîn ku "pêvajoya dîplomatîk dê her bimîne rêya baştir ya çareserkirina pirsgirêkên dualî û yên li ser asta Ewropa jî, diyalog dikare aloziya li herêmê kêm bike".