Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin

Hikumeta Iraqê bêyî ku sedeman diyar bike, vegera penaberên Iraqê yên li kampa Holê rawestandin. Penaberên Iraqê ji ber kiryarên malbatên çeteyên DAIŞ'ê metirsîdar in û bi van gotinan bang li hikumeta Iraqê dikin: "Kesên li kampa Holê hemû ne DAIŞ’î ne. Em ji ber DAIŞ'ê em reviyan û hatin vir. Em dixwazin vegerin warê xwe."

Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
Metirsiyên penaberên Iraqê zêde dibin û banga vegerê dikin
30 tebax, 2020   05:15
HESEKÊ- HOGIR NECAR- COZA ÎBRAHÎM

Bi hezaran koçberên Iraqê ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê revîn û berê xwe dan herêmên rizgarkirî yê bakurê Sûriyê, di kampa Holê ya 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye bi cih bûn. Her wiha bi hezaran koçberên ji seranserê herêmên Sûriyê li heman kampê dimînin û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya wan dike.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherî cihekî bi ewle ji bi hezaran koçberên Sûriyê û dewletên cîran re. Rêveberiya Xweser û saziyên wê li gorî derfetên heyî û li gel dorpêçe li ser herêmên bakurê Sûriyê, alîkariya koçberan kir. Lê belê rêxistinên mirovî û alîkariyan rewşa koçberên li kampan paşguh kir û tu alîkarî pêşkêşî wan nekir.

Niha li kampa Holê zêdetirî 31 hezar penaberên Iraqê dimînin. Koçber di 4 beşan de dimînin û bi rêya komîn û meclisan xwe bi rêxistin dikin.

Piştî operasyoneke 9 mehan, hêzên Iraqê bajarê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Ji wê demê ve, welatiyên Iraqê yên li Kampa Holê dimînin dixwazin vegerin warê xwe û rêwîtiya koçberiya 6 salan bi dawî bikin.

Li ser daxwaze penaberên Iraqê, rêveberiya Kampa Holê bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkilî bi aliyên têkildar ên wezareta mafên mirovan û kar û barên penaberên Iraqê re danî û zêdetirî 4 hezar penaber bi 4 rêwîtiyan vegerand welatê wan.

Lê belê hikumeta Iraqê ji nişkeve rêwîstiyên vegera penaberan rawestand. Tevî peywendiyên rêveberiya kampa Holê jî, wezareta mafên mirovan û kar û barên penaberan a Iraqê sedemên wê yekê diyar nekir.

Penaberên Iraqê yên niha li kampa Holê dimînin bang li hikumeta Iraqê dikin wan vegerîne welatê wan. Penaber dibêjin ku li şûna mîlîsên Îranê, divê ew herêmên xwe bi rêve bibin.

Piştî ku malbatên DAIŞ`î yên ji herêmên Baxozê (cihê herî dawî yê DAIŞ`ê li Dêrazorê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê) hatin derxistin û li kampa Holê hatin bicihkirin, daxwazên vegerê zêdetir bûn.

Penaberê Iraqî yê ji bajarê Nînewa Elî Mihemed ku ji 2015`an ve li kampê dimîne, destnîşan kir ku ji ber tunebûna derfetên kar û paşguhkirina rêxistinan, ew rewşên jiyanî yên zehmet dijîn.

Mihemed wekî bi hezaran penaberên din ên Iraqê hêvî dike ku vegere welatê xwe û wiha bang li hikumeta Iraqê dike: "Ne her kesê ku ji Iraqê derketiye û li kampa Holê bi cih bûye, DAIŞ`î ye. Me ji ber zilmê koç kir. Em dixwazin vegerin eşîrên xwe. Em rewşeke zehmet li kampê dijîn."

Li Kampa Holê rewşa ewlehiyê tevlîhev e. Nexasim piştî zêdebûna aliyên ku hewl didin malbatên çeteyan ji kampê derxînin, wekî Tirkiyê û rêxistinên girêdayî wê. Her wiha jinên DAIŞ`yî bi zanabûn her kesê ku li dijî fikrên wan ên radîkal û selefî derdikeve, bi gelek rêbazan dikujin. Li kampê bi dehan bûyerên kuştinê rû dan, ku ya herî dawî bi destê kesên nenas li diî penaberekî Iraqê yê bi navê Hemade ku di beşa 3`an a kampê de bi cih dibe, pêk hat.

Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyên ji hundirî kampê bi nûçegihanê me re parve kirin, penaberê Iraqî Hemade bi 4 guleyên dabanceyeke bêdeng hatiye kuştin.

Mihemed ku ji êrişên jinên DAIŞ`yî bi fikar e, wiha dibêje: "Li kampê hin bûyerên kuştinê bi alavên tûj pêk tên. Gef li ser jiyana me heye. Em ji hikumeta Iraqê re dibêjin, heke hûn wekî welatiyên Iraqê me qebûl nakin, me wekî penaber pêşwazî bikin."

Ji ber hejmara zêde ya koçberên Kampê û dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alîkariyên ku Rêveberiya Xewser pêşkêş dike têra koçberên Kampa Holê nake. Her wiha ji destpêka îsal ve ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, rêxistinên mirovî alîkariyên xwe kêm kirine.

Heyder Hisên ku penaberekî ji parêzgeha Enbarê ye, tevî malbata xwe ji ber DAIŞ`ê reviya û ji beriya 6 salan ve li kampê dimîne. Hisên da zanîn: "Em dixwazin niha vegerin welatê xwe. Em 6 sal in li vir dimînin. Ji ber paşguhkirina rêxstinan, êdî koçberan dest bi parsê kirine."

Penabera bi navê Emanî Mihemed ku ji bajarê Ramadî ye û ji 2017`an ve li Kampa Holê dimîne, wiha got: "4 sal in em li ser hêviya vegerê dijîn. Di kampê de pêşeroja me û zarokên me tune ye. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku rê bide vegera me û hemû welatiyên Iraqê vegerin bajarên xwe. Dema em gihîştin Iraqê em ê berpirsiyariyên xwe rakin, em tu alîkariyan naxwazin."

Gelek penaberên Iraqê destnîşan kirin ku hejmareke mezin ji mîlîsên girêdayî Îranê, niha li gund û bajarên wan bi cih bûne. Penaber piştrast dikin ku ew welatiyên Iraqê ne û divê ew herêmên xwe bi rêve bibin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê dikin ku mîlîsan ji warê wan derxînin û şêniyên resen vegerînin.

Xalid Elî ku ew jî penaberekî Iraqê ye û piştî ji Mûsilê dekret ji 2017`an ve li Kampa Holê dimîne, wiha dibêje: "Em nizanin çima rêwîtiyên vegerê rawestandin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku rêwîtiyan ji nû ve dest pê bike û mîlîsên girêdayî Îranê ji herêmên wan derxîne, ji ber ku li dijî gel binpêkirinan pêk tînin."

Serokê Meclisa Iraqê yê Kampa Holê Silêman El-Hemadî jî wiha da zanîn: "Piştî ketina çeteyên DAIŞ’ê, em ji herêmên xwe revîn. Em bang li hikumeta Iraqê dikin li rewşa me binêre."

El-Hemadî bang li hikumeta Iraqê kir ku hemû welatiyê Iraqê yên ji ber çeteyên DAIŞ`ê revîne, vegerîne warê wan û got: "Ne tenê beşekî penaberan, lê divê hemû welatiyên Iraqê vegerînin warê wan."

El-Hemadî destnîşan kir ku hikumeta Iraqê wekî malbatên DAIŞ`ê li wan dinêre , ji ber wê yekê wan venagerîne. El-Hemadî ev tewan red kir û diyar kir ku têkiliya wan bi DAIŞ`ê re tune ye û ew ji ber DAIŞ`ê koçber bûne.

Piştî ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê xwe bi rêxistin kirin û dadgeha şeriî di beşên xwe de ava kirin, dest bi kuştina penaberên li dijî fikrên wan û yên perespektîfên wan pêk naynin kir. DAIŞ`î di çalakiyên xwe de ciwanan hedef digirin.

Hêzên ewlekiyê yên kampê gelek welatiyên Iraqê yên bi alavên tûj hatine kuştin ku pir caran heman alav tên bikarnaîn, her wiha depoyekî madeyên şewitandinê dît.

El-Hemadî diyar kir ku piştî kuştina ciwanên Iraqê ji aliyê malbatên DAIŞ`î ve, ewlehiya li kampê kêm bûye. Ev yek gefan li jiyana wan dixwe, ji lewra ew dixwazin vegerin welatê xwe.

Hevserokê rêveberiya Kampa Holê Ismaîl Silêman jî piştrast kir ku heta niha nêzî 2 hezar û 500 penaberên Iraqê navên xwe qeyd kirin û dixwazin vegerin Iraqê.

Silêman eşkere kir ku wan gelek name ji hikuemta Iraqê re şandine, lê hîna tu bersiv nedane û destnîşan kir ku penaberên navên xwe qeyd kirine, dixwazin ku dest bi vegerê bikin.

Silêman her wiha daxuyand ku di nava yên navên xwe qeyd kirine de nexweş hene, ji bo misogerkirina vegerê qebûl nakin li herêmê bên dermankirin û dixwazin li welatê xwe bên dermankirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oMltvr1e5vY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>