​​​​​​​Ciwanekî lîbyayî bi sûîqesta hêzên Wîfaqê jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî lîbayayî ku beriya çend rojan di xwepêşandanên li kolanên Terablusê yên li dijî hikumeta Wîfaqê de, bi guleyên milîsan re birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Ciwanekî lîbyayî bi sûîqesta hêzên Wîfaqê jiyana xwe ji dest da
29 tebax, 2020   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Lîbyayî diyar kirin ku ciwanek ku di xwepêşandanên roja înê yên li taxên Trablusê yên li dijî hikumeta Wîfaqê bi guleyên milîsên hêzên Serac birîndar bibû, îro li nexweşxaneyên Terablusê jiyana xwe ji dest da.

Di demên dawî de li bajarê Terablusê ya di bin serweriya hikumeta Fayiz El-Serac de xwepêşandan ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî li dijî hikumeta serwer tên lidarxistin. Milîsên El-Serac tundiyê li dijî xwepêşanderan bi kar tîne.