Çeteyên li Serêkaniyê bircên kehrebeyê dizîn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker stûn û bircên kehrebeyê yên Serêkaniyê dizîn da ku derbasî Tirkiyê bikin.

Çeteyên li Serêkaniyê bircên kehrebeyê dizîn
29 tebax, 2020   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên "Ehrar El-Şerqiya û Sultan Murad" stûn û bircên kehrebeyê yên gundên Metla, Lezqa, Beyt Cemalo, Beyt Tekno û Til Sexir ên Serêkaniyê dizîn.

Çavkaniyên SOHR'yê diyar kirin ku çeteyan, stûn û bircên ku dizîne li cihekî vekirî kom kirine da ku li Tirkiyê bifroşin.