"Ebrû Tîmtîk bi ruh û armancên xwe zindî ye"

Hiqûqnasên herêma Cizîrê gotin,  ji ber tunebûna şertên hiqûqî yên li gorî pîvanên hiqûqên giştî yên navnetewî, jiyan li Tirkiyê tune ye. Her wiha diyar kirin ku Ebrû Tîmtîk şehîd bû, lê belê ew  bi ruh û armancên xwe zindî ye.

"Ebrû Tîmtîk bi ruh û armancên xwe zindî ye"
29 tebax, 2020   14:28
QAMIŞLO

Piştî 238 rojan ji gireva birçîbûnê ya parêzera Kurd Ebrû Tîmtîk li girtîgehê de dest pê kiribû, roja pêncşemê li nexweşaxaneyeke Stebolê şehîd bû. Hin raporên hiqûqî eşkere kir ku têkoşer Ebrû bi destê rejîma Erdogan rastî êşkenceyê hatiye.

Girêdayî mijarê, saziyên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya bi Navenda Lêkolînan a Parastina Mafên Jinan re daxuyaniyek da û sûcên hikumeta Tirkiyê li dijî hiqûqnas û siyasetmedaran şermezar kirin.

Parêzer Xedîce Îbrahîm daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê, xwend. Nûnerên Navenda Lêkolînan û parastina mafên jinan a Sûriyê, Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî û Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, di dema xwendina daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Di demekê de ku salvegera roja aşîtiyê ya cîhanê nêz dibe, şerê dewleta Tirk ê hundirîn li dijî mafê jiyanê , mafê azadî, ewlehî, azadiya firk û nêrînê, mafê parastina jiyana taybet, mafê edaletê, qedexekirina nîjadperestiyê û li dijî hemû mafên siyasî, civakî, çandî û aborî yên di qaûna navnetewî ya giştî û bi taybetî her du peymanên navnetewî yên hiqûqî yên sala 1966`an û protokolên wan ên sala 1977`an hatine misogerkirin, zêde dibe.

JIYAN LI TIRKIYÊ NEMAYE

Di çarçoveya vê şerî de, parêzer Tahir Alçî li sûra Amedê hate qetilkirin, parêzer Selahattîn Demîrtaş hate girtin û parêzer Ebrû Tîmtîk hate veşartin.

Piştî gireva birçîbûnê ya 238 rojan, parêzera maf û edaletê Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da. Ebrû ev biryar ji ber baweriya xwe ku (Jiyan hiqûq e û hiqûq jiyan e) û jiyan li Tirkiyê nemaye ji ber ku şertên hiqûqî yên li gorî pîvanên navnetewî yên giştî tune ne, da.

Parêzer Ebrû Tîmtîk şehîd bû, lê belê ew bi ruh û armancên xwe zindî ye. Wê ji me re rêya maf û edaletê ronî kir.

BINÇAVKIRINA EBRÛ BI TENA SERÊ XWE SÛCEKÎ ŞER Ê LI DIJÎ PÎVANÊN QANÛNA NAVNETEWÎ YA GIŞTÎ YE

Binçavkirina parêzera Kurd Ebrû Tîmtîk bi tena serê xwe sûcekî şer ê li dijî pîvanên navnetewî ya giştî ye. Her wiha her çar lihevkirinên Cinêvê yên sala 1949`an bin pê dike û sûcekî li dijî jinan e û wekî kuştina giştî ya jinan tê pejrandin. Ji lewra divê Dadgeha Sûcên Navnetewî ya Lahayê di vê dozê de lêpirsînê dest pê bike.

Parêzera Kurd Ebrû Tîmtîk tevî parêzerê Ereb Aytaç Osnal di Îlona 2017`an de hatin binçavkirin û ji 5`ê Sibata 2020`an de dest bi gireva birçîbûnê kirin. Ebrû piştî 238 rojan ji gireva birçîbûnê jiyana xwe ji dest da. Parêzer Aytaç Osnal jî hîna  çalakiya xwe berdewam dike.

EM Ê DOZA WAN A ADIL BIKIN DOZEKE CÎHANÎ

Biryara gireva birçîbûnê li dijî tewan, êşkence, dan û standina xerab û dermirovî û redkirina hikumeta Tirkiyê ya ji nû ve darizandinê piştî birîna cezayê girtinê yê 13 salan li ser parêzer Ebrû Tîmtîk û cezayê 10 sal û 6 mehan li ser parêzer Aytaç Osnal, hat dayîn. Di demekê de ku raporên hiqûqî piştrast kirin ku parêzer Ebrû rastî êşkenceyê hatiye û 43 kg ji giraniya laşê xwe ji dest daye. Lê tevî rewşa wê ya tenduristiyê ya xerab jî nehat berdan.

Wekî endamên saziyên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , em soz didin hevrêyên xwe yên parêzer yên di girîgehên dewleta Tirk de ku em bi hemû rêbazên qanûnî piştgiriya wana bikin û doza wan bikin dozeke cîhanî."

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i23wphOz_0M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>