Yekitiya Berhemkaran alîkarî li nexweşên Covid-19 belav kirin

Yekitiya Berhemkaran a Şêxmeqûsd û Eşrefiyê alîkariyên tenduristiyê da Meclisa Tenduristiyê da ku li nexweşiyên vîrusa Koronayê belav bike.

Yekitiya Berhemkaran alîkarî li nexweşên Covid-19 belav kirin
Yekitiya Berhemkaran alîkarî li nexweşên Covid-19 belav kirin
Yekitiya Berhemkaran alîkarî li nexweşên Covid-19 belav kirin
29 tebax, 2020   14:44
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê roja 18'ê Tebaxa 2020'an ragihandibû ku li taxa Şêxmeqsûdê 6 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Yekitiya Berhemkaran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 75 çenteyên ku ji madeyên tibî pêk dihat radestî Meclisa Tenduristiyê kir da ku li nexweşên vîrusa koronayê werin belavkirin.

Serokê Odeya Yekitiya Berhemkaran Heysem Emîn diyar kir ku armanca wan ji vê gave, piştgiriya nexweşên vîrusa koronayê ye.

ANHA