Edaleta Jin û Yekitiya Parêzeran: Tirkiyê berpirsê şehîdbûna Ebrû Tîmtîk e

Meclisa Edaleta Jinan û Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirk berpirsê şehîdbûna parêzerê Kurd Ebrû Tîmtîk e û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin.

Edaleta Jin û Yekitiya Parêzeran: Tirkiyê berpirsê şehîdbûna Ebrû Tîmtîk e
29 tebax, 2020   14:18
KOBANÊ

Parêzer Ebrû Tîmtîk tevî hevrêya xwe ya parêzer Aytac Onsal di girtîgeha dewleta Tirk de gireva birçîbûnê ragihand û piştî 238 rojan ji girevê, rewşa EbrûTîmtîk ne baş bû û di encamê de di nexweşxaneyeke Stenbolê de şeva pêncşema borî jiyana xwe ji dest da.

Girêdayî mijarê, bi dehan endamên Meclisa Edaleta Jinan û Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê li pêş avahiya Dadgeha Gel a li Kobanê kom bû. DadgeraMeclisa Edaleta Jinan Merwa Ehmed daxuyanî xwend.

Merwa got: "Dewleta Tirk tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî û girtiyên nêrînên azad bin pê dike.

Em Meclisa Edaleta Jinan û Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê sûca dewleta Tirk a li dijî parêzer Ebrû Tîmtîk, girtina hevrêya wê ya parêzer Aytac Onsal û birîna cezayê girtina 10 salan li dijî wî şermezar dikin. Dewleta Tirk a îdika dike ku Ebrû û hevrê wê endamên komên çepir ên qedexe kiriye, ji ber wê daxwazên wan ên temamkirina dadgehkirinê bi awayekî adil red dike. Ev yek bi tu awayan nayê qebûlkirin. Li hemberî vê kiryarê Ebrû Tîmtîk û hevrêya wê gireva birçîbûnê ragihand ku rewşa wê ya tenduristî tevlihev bû û jiyana xwe ji dest da.

Em barê şehîdbûna Ebrû Tîmtîk hildigirin ser dewleta Tirk. Di raporên hiqûqî de tên eşkerekirin ku Ebrû Tîmtîk wek girtiyên dîtir hatiye îşkencekirin.

Li ser vî esasî em bang li civaka navneteweyî, NY’yê, tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî jê yên erebî û herêmî û tevahî desteyên serbixwe yên pêwendîdar dikin ku sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinên Kurd pêk tîne rawestînin û lêpirsîn bikin.

Em bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ji sûcên hundirîn li dijî Kurd û tevahî pêkhateyên dîtir bigire heta bi sûcên derve bi rêya dagirkirina xaka, guhartina demografîk û qirkirina etnîkî li dijî herêmên Kurdan, şermezar dikin. Bi vê em civaka navnetewaeyî wek şirîkê dewleta Tirk bi sedema bêdeniya wê ya şerme bi nav dikin."

Ebru Tîmtîk û Aytac Onsal ne ji kesên yekemîn ên gireva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye. Lê belê beriya wan jî muzîkjenên ji tîma Yurom; Hêlîn Bolak û gîtarvan Îbrahîm Kokçik jî jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GbGm3OuxTDM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>