​​​​​​​Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dawî bû

Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi hilbijartina serokê partiyê û sekretra wî û 139 endamên giştî  û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

​​​​​​​Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dawî bû
​​​​​​​Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dawî bû
​​​​​​​Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dawî bû
​​​​​​​Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dawî bû
29 tebax, 2020   13:58
REQA

Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê di saetên sibehê de li bajarê Reqayê bi dirûşmeya"Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî..Xurtkirina Rêveberiya Xweser..Xurtkirina QSD`ê" destpê kir.

Kongrê bi hilbijartina 8 endamên dîwanê, xwendina rapora xebatên partiyê yên du sal û nîvekî dewam kir. Her wiha derbarê raporê de nîqaş hatin û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

Piştre hilbijartin pêk hatin, Îbrahîm Qeftan bû serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê, Sîham Dawud wekî sekretra giştî ya partiyê hate hilbijartin. Her wiha 139 endamên meclisa giştî ya partiyê hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de Îbrahîm Qeftan encamnameya kongreyê xwend. Tê de girîngiya piştgiriya QSD, parastina destkeftiyên şehîdan, pêkanîna aştiyê ji bo hemû welatiyên Sûriyê, her wiha bidawîkirina tevahî cûre dagirerkiya li Sûriyê, bi taybet dagirkirina Tirkiyê li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî hatin destnîşankirin.

ANHA