Artêşa Lîbyayê: Bajarê Sirte ji milîsên Wîfaqê dagirtî ye     

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê îro diyar kir ku peravên li beramber bajarê Sirte, Reas Lanof û Birîqa belavbûneke berfireh ji komên hikumeta Wîfaqê heye, her wiha Ehmed El-Mismarî da zanîn ku artêşa Lîbyayê nuqteyên Wîfaqê yên li rojavayê Sirteyê topbaran nekirine. 

Artêşa Lîbyayê: Bajarê Sirte ji milîsên Wîfaqê dagirtî ye     
29 tebax, 2020   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lîbyayê bi  daxuyaniyekê diyar kir ku karwaneke ji 200 erebeyên leşkerî ji Misrata ber bi peravên Deryara Spî û bajarê Tawerga ve çûn. 

Çavkaniyên Lîbyayê eşkere kir ku artêşê belavkirina hêzên hikumeta Wîfaqê li herêma di navbera Weşka û Ebû Qerîn ên rojavayî Sirte de şopand û belge kirin. 

Berdevkê artêşa Lîbyayê Lîwa Ehmed  El-Mismarî pêncşema borî  got artêşê tu nuqteyên Wîfaqê yên li rojavayê Sirteyê topbaran nekirine. Her wiha da zanîn ku bi vê hikumeta Wîfaqê dixwaze xwepêşandanên li Terablusê veşêre.

(sm)