Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Şehîd Ebru dê bimîne ronahiya rêyên tevahî azadîxwazan

Hevserokatiya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide rastiyan bi diruşmên neteweyî  yên nijadperestî binixumîne û wiha dewam kir: "Şehîd Ebru dê bimîne ronahiya rêyên tevahî azadîxwazan û nimûneya vîna jina azad li hember Erdoganê sûcdarê serdemê."

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Şehîd Ebru dê bimîne ronahiya rêyên tevahî azadîxwazan
29 tebax, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyeke nivîskî der barê şehadetbûna parêzer Ebru Temtîk de weşand. Ebru Temtîk di greva birçîbûnê ya girtîgeha dewleta Tirk de gihişt asta şehadetê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Sûcekî nû li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker a bi nûnertiya AKP’ê ya bi serkêşiya sûcdar Recep Teyyîp Erdogan zêde dibe.

Erdogan her kesê/a ku xwediyê dengê azadiyê ye çi Kurd çi Tirk ji rojnameger, siyasetmedar û parêzeran dibe bila bibe dixe girtîgehê. Ev bes nedît, lê belê zêdetirî 150 dadger, mamoste, polîs û karmendên hikumetê ji kar derxistin. Ji ber ku dîktator e û nahêle tu kes biaxive, hewl dide vîna gelê  armanca wî azadî, wekhevî, edalet û rastiyê rake û têk bibe. Lê li hember vê yekê hin siwarên maf û edaletê derketin ku parastina vîna gelê xwe û azadiya wê bikin, ew jî parêzerên mezin in. Jê jî parêzerê şehîd Ebru Temtîk a ku li hember Erdogan û partiya wî derketiye, banga azadiya girtiyên nêrîn û baweriyan kiriye. Her wiha wê û hevrêyên xwe biryar da ku vegerin ser kar û girtiyên bizorê bên berdan dest bi greva birçîbûnê bikin.

Greva birçîbûna şehîd Ebru Temtîk heta şehadetê çû. Şehîdeke nû navê xwe li lîsteya sûcên AKP’ê û sûcdar Erdogan dinivîse da ku ji tevahî azadîxwazan re bibe rêya ronahiyê û mînaka vîna jina azad li hember sûcdarê serdemê. Lê belê dê tevahî hewldanên Erdogan sûcdar li pêş vîna azad  a gelan bi bin kevin û nikare rastiya binixumîn. Her wiha madem azadîxwazên  mîna şehîd Ebru hene û li ser rêça wê tên şopandin, nikare dengê rastiyê qut bike.

Em Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serxasiyê ji tevahî raya giştî ya cîhanê, tevahî parêzerên maf û edaleta azad li cîhanê re, her wiha ji malbata parêzerê şehîd Ebru Temtik re dixwazin û soz didin ku dê têkoşînê li hember zulm, çewisandin û dûrixstinê bilind bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeya"Ji giyanê Ebru Temtîk re aştî" bi dawî bû.

(fr)

ANHA