Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 4`ê Cotmehê hate taloqkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara paşxistina sala xwendinê ya 2020-2021`ê da û ragihand ku 4`ê Cotmehê wê perwerde destpê bike.

Sala xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 4`ê Cotmehê hate taloqkirin
29 tebax, 2020   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameyek derxist û tê de destnîşan kir, ku di encama civîna wan a bi Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji bo parastina mamosteyên û xwendekaran ji vîrusa Korona, biryara paşxistina sala xwendinê hate dayîn.

Her wiha biryarnameyê îşaret pê kir ku sala xwendinê ya 2020`an û 2021`ê dê 4`ê Cotmeha bê de destpê bike. Desteyê piştrast kir ku peymangeh û navendên dewreyan jî têne girtin.

(eh)

ANHA