Kongreya Duyemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê destpê kir

Kongreya Duyemîn ê Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dirûşmeya"Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî..Xurtkirina Rêveberiya Xweser..Xurtkirina QSD`ê" destpê kir.

Kongreya Duyemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê destpê kir
29 tebax, 2020   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya 315 delegeyên Partiya Pêşeroja Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî, serbixwe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, rûspî û şêxên ereban û kurdan, endamên şaxên Partiya Pêşeroja Sûriyê yên Himis û Idlibê kongre destpê kir.

Kongreya li Hola Tac a li naverasta Reqayê bi rê ve diçe. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Endama Nivîsgeha Partiyê Intîsar Dawûd rapora kar û xebata du sal û nîvên derbasbûyî  xwend.

Piştî xwendina rapora kar û xebatê Serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm Qeftan axivî û got:"Du sal di ser lidarxistina kongreya yekemîn a damezrandinê re derbas bûn, îro jî em kongreya duyemîn a partiyê li dar dixin, gelek guhartin û veguhartin di Sûriyê de çêbûn û di pêvajoya 9 salên derbasbûyî de hebûna wê hejand, hîn jî bandorê li kar û xebata gelên me û xwestekên wan ên azadiyê, edaleta civakî û aborî dike."

Îbrahîm da zanîn ku lidarxistina kongreyê wan wekî ragihandina yekiti û parastina şopa şehîdan û pêşengên mîna şehîd Umer Elûş, şehîd û Sekretêra Giştî Hevrîn Xelef, şehîd Ferhad Remedan, şehîd Merwan El-Fitêh û şehîd Nadiya Xişan e.

Di dawiyê de Îbrahîm ev yek got: "Partiya me bi hemû hêza xwe ve ji pêvajoyê re bû bersiv, her wiha da ku di tevahiya pêlên siyasî yên girîng de beşdar be û piştgiriyê bide guhartinên nû yên di qada siyasî ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û parastina berjewendiyên gelê me."

 

Kongre bi xwendina rapora siyasî ji aliyê endamê Meclisa Giştî Salih Zobea ve berdewam e.

Tê payîn ku li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Meclisa Rêveber Abdulhamid Mihbaş axaftin were kirin û paşê nîqaşên têkildarî avakirina sazûmaniya partiyê werin kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G82g-cjdJSc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>