Topbarana dualî di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de

Hêzên hikumeta Sûriyê bajarên bejahiyê başûrê topbaran kirin, di heman demê de çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê yên li başûrê rojhilatê Idlibê hedef girtin.

Topbarana dualî di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de
29 tebax, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji şeva berê heta vê sibê  hêzên hikumetê bi moşakan herêmên Fitêra, Kensefra, Sefohin, Filêfil, Helobî, Dêr Sinbul, Bara û Ehsemê yên bejahiyên başûrî Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de çeteyên "Odeya Operasyonên El-Fetih El-Mubîn" bi moşakan nuqteyên hêzên hikumetê yên li Meret El-Nûman, Kefer Nibul û Seraqib ên li bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê hedef girtin.

SOHR’ê duh desnîşan kiribû ku çeteyan bi çekên giran nuqteyên hêzên hikumetê yên li eniya El-Behsa li Sehil Xabê ya bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê hedef girtin.

Girêdayî mijarê hêzên hikumetê bi çekên giran bajaroka El-Bara ya li Çiyayê El-Zawiye gedef girt, lê tu agahiyên li ser ziyanên canê bi dest neketin.

(sm)