‏ ‏Xwediyên kevokan kî ne û behreya wan çi ye!‎

Li bajarê Kobanê, tîmarkirina kevokan û kesên girîngiyê didinê zêde dibe. Ji bo pîşeyê, nepenî, pisporî, maç û xelatên wê hen.

‏ ‏Xwediyên kevokan kî ne û behreya wan çi ye!‎
‏ ‏Xwediyên kevokan kî ne û behreya wan çi ye!‎
‏ ‏Xwediyên kevokan kî ne û behreya wan çi ye!‎
‏ ‏Xwediyên kevokan kî ne û behreya wan çi ye!‎
29 tebax, 2020   09:13
KOBANÊ

Behre ji ferdekî heya ferdekî, civak heya civakekê cuda ye. Her wiha li gorî behreya xwedîkirina kevokan jî wisa ye û gelek bûyeran li paş xwe vedişêre, mîna pêşbirka vegera kevokan di dema firîna wê li deverên dûr de ku digihîne heta 600 kîlometre.

Girêdayî mijarê,  yek ji xwediyên kevokan ê ji Kobanê Mihemed Şêxo wiha got: "Min di 15 saliya xwe de kevok xwedî kirin û ev kar ji birayên xwe yên mezin girt." ‎

Şêxo wiha domand: "Xwedîkirina kevokan tiştekî pir normal e û exlaqê mirov naguherîne, lê belê hin xwediyên kevokan hene dihêlin civak bi sedema reftarên wan ên nebaş û neberpirsiyar, jê birevin." ‎

Şêxo di berdewama gotina xwe de wiha da zanîn: "Cîran ji min aciz nabin. Ji ber reftarên min wan aciz û bi hêrs nakin, tenê kevokên xwe di mal de difirînim." ‎

Buhayên  kevokan jî li gorî cureyên wan in; li Kobanê cureyê herî binirx heya niha “El-‎Herdûnî" ye, temenê wê nêzî 600 hezar lîreya sûrî ye û hin cureyên din jî digihêjin dorî 200 hezar.‎

Şêxo di mala xwe de kevokên herî navdar tîmar dike “El-Zacêl” e û li gel wî nêzî 40 kevokî ‎heye, buhayên wan dorî 50 hezar lîreya Sûriyê ye.‎

Xwediyên kevokan dem bi dem di malekê de li hev dicivin, da ku li ser gera firîna kevokan a cihekî dûr mîna Reqa an Qamişlo yan jî derveyê Sûriyê li hev dikin.Piştre bi demekê nêzî çend mehan ev kevok tên mal anku vedigerin. ‎

Li ser tîmarkirina kevokan Şêxo got: "Ev pîşe wekî her cureyên din ên bazirganiyê ye, mîna bazirganiya motorsiklêt, erebe û pezan. Ev pîşe beriya behre be, bazirganî ye." ‎

Her wiha Şêxo yek ji kesên ku beşdarî pêşbaziya teyran dibe û axivî: ”Li Kobanê nêzî ‎‎600 xwedîvanên kevokan heye, berê tenê nêzî 10 kesan bû.‎"

Şêxo li gotina zêde kir û got ku li Kobanê gelek cure kevok hene wek, Eblex-Miswed-‎Yehudî-Esfer Deneb-Miswed Zehebî-Ebasî Ehmer, lê tenê ew ên El-Zacil tîmar dike. Ev ‎cure ji herêmên dûr ji bo pêşbaziyê tên bikaranîn. Her wiha heke ji Hewlêrê bê firîn dê ji nû ve li mal vegere. ‎

Her wiha Şêxo diyar kir ku dikanek heye tê de cureyên teyran mîna çûk û bebexa tê firotin, lê di vê dawiyê de dikaneke taybet a kirîn û firotina kevokan li Kobanê vebû.

Mihemed Şêxo wiha bi dawî kir: "Di havînê de, mirov li ser xaniyan  radizin, ji ber vê yekê em ‎kevokan nafirînin da ku kesên ku li derve radizin tengav nebin.‎"

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BjqbzveV5Lk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>