Girtina Mehmûd Izet li Misirê, derbeyeke mezin li dijî Ixwan Musilmîn e

Saziyên Ewlehiyê yên misirî ragihand ku duh cîgirê Şêwirmendê Îxwan ê li Misirê Mehmûd Izet girtin. Dezgehên çapemeniyê ragihand ku komên Îxwanan ên li Tirkiyê ji vê gafê metirsîdar in.

Girtina Mehmûd Izet li Misirê, derbeyeke mezin li dijî Ixwan Musilmîn e
29 tebax, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Mehmûd Izet sala 1944`an li Qahîrayê ji dayik bûye, sala 1975`an fakulteya tibî bi dawî kir, 1980`ê xwendina bilind bi dawî kir, 1985`an diktora di fakulteya tib de wergirt, 1998`an di Peymangeha Lêkolînên Îslamê de diplomat stand.

Mehmûd Izet ji aliyê desthilata Misirê ve gelek caran hate girtin, sala 1981`ê ji bo endametiya nivîsgeha şêwirmendiyê hate hilbijartin û piştî şêwirmendê giştî yê koma Îxwan Mihmed Bedîî di Tebaxa 2013`an  de di avahiyeke li herêma Carem a li El-Edewiyê ya rojhilatê Qahîrayê de hate girtin, Izet bi kar û xebata wê rabû.

Li gorî daxuyaniya wezareta hundirîn, Mehmûd Izet berpirsê yekemîn a damezrandina baskê çekdar a rêxistinê û çavdêrê li ser rêvebirina kiryarên terorîst û xerabkirinê piştî şoreşa 3’yê Hezîrana 2013’an e. Ji girîntirîn kiryarên wî, suîqastkirina cîgirê giştî yê berê Hîşam Berekat bi rêya erebeyek bombebarkirî ku di encamê de di 2015’an 9 welatî birîndar bûn. Suîqastkirina efser Wail Tahûn li pêş mala wî ya li herêma Eyn Şemis di 2015’an de, Suîqastkirina erkanê  şer Adil Recaî li pêş mala wî li bajarê Ebor di 2016’an de, hewldana suîqastkirina şêwirmend Zekeriya  Abdulezîz ê cîgirê giştî bi erebeyeke bombebarkirî li pêş mala wî ya li kombûna 5’an di 2016’an de, teqandina erebeyeke bombebarkirî li pêş peymangeha Ewram di 2019’an ku di encamê de 20 kuştî û 47 birîndar çêbûn.

Çavdêr dibînin ku girtina Izet piştî çenda salan ji şopandinê isbata vegera saziyên ewlehiyê ji pêşengtiya herêma ereban re ye.

Li gorî çavdêran Mehmûd Izet ji endamên fermdariyê yên Koma Îxwanan e, xwedî gelek planên veşartin, xapandin û hişmendiyeke xeternak e.

'DEPOYEKE MEZIN A AGAHIYAN E'

Serokê Navenda Misirê ya Lêkolînên Stratejîk efser Xalid Ekaş da zanîn ku girtina endamê fermandariya Îxwanan Mehmûd Izet ji Komên terorîst re derbeyeke xurt e.

Ekaş di hevdîtina bernameyê"El-Muwaceha" yê li ser kanala Extra News a Misirê tê weşandin de got Mehmûd Izet demekê bi erka rêxistinkirinê rabû, di nava endamên fermandariyê de yê herî zêde bi endamên xwe tê naskirin ew e, xwedî bîreweriyeke xurt e û niha jî di hundir û derveyî Misirê de xurtirîn endamê rêxistinê ye.

Ekaş ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Di halê hazir de piştî Mehmûd Izet kete destê saziyên ewlehiyê û wî bi depoya mezin a agahiyan wesif kirin, rewşa rêxistinê kambax e."

'GIRTINA IZET HESABÊN DEWLETÊN PIŞTGIRIYA ÎXWANAN DIKIRIN XERAB KIRIN'

Nivîskarê bi navê Ebdo Zekî di gotarên rojnameya El-Yewm a Misirê weşandin de da zanîn ku girtina cîgirê şêwirmendê îxwanan Mehmûd Izet, ji bo felckirina tevgera Koma Îxwan pêk hatiye.

Zekî axaftina xwe wiha domand: "Di baweriya min de nêçîreke giranbuha ye, mirov dikare bibêje girîngiya wî ne kêmî girîngiya terorîstê bi navê Haşim El-Eşmawî ye, girtina Izet bi serê xwe xetere ye, planên wî jî xeter in. Di pêvajoya 7 salan an jî zêdetir de plan kiribû, ji ber vê yekê girtina Izet ji bo îxwanan hem li derve hem li hûndir xetere ye, hesabên dewletên piştgiriya wan dikin û dijminatiya welat dikin ser û binî hev kirin."

Li gorî dezgehên çapemeniyê li Tirkiyê endamên koma îxwanan û endamên fermandariya wê di nava metirsiyê de ne.

(eh)

ANHA