​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 kesên din bi COVID-19 ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawîn ên vîrusa COVID-19 eşkere kir û da zanîn ku 19 kesên din bi vîrusê ketine û yekî din jî ji ber vîrusa Korona jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 kesên din bi COVID-19 ketine
29 tebax, 2020   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku jinek ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye û temenê 52  salî ye ji navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 19 kesên din bi COVID-19 ketine.

19 kesên bi vîrusa Korona ketine li van herêman in:

Qamişlo: 6

Hesekê: 6

Dêrikê: 4

Dirbêsiyê: 2

Til Koçer: 1

Mistefa bi bîr xist ku di nava 24 saetên derbasbûyî de tenê kesekî ku bi koronayê ketibû, baş bûye.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 527 kes bi vîrusê ketine ji wan 34 kesan jiyana xwe ji dest daye û 88 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA