Jinên koçber ên Girê Spî dest bi amdakirina pêdîviyên zivistanê kirin

Jinên kampa koçberên Girê Spî ji bo zivistanê dest bi amadekirina mûnê kirin. 

Jinên koçber ên Girê Spî dest bi amdakirina pêdîviyên zivistanê kirin
29 tebax, 2020   06:44
EYN ÎSA

Ji demekê ve, jinên kampa koçberên Girê Spî ji bo zivistanê mûnê dadigirin. Jin hin cureyên sebze û fêkiyan hişk dikin û hin pêdiviyên xwarinê peyda dikin da ku bihabûna tiştan li ser wan sivik bibe. Ji sebzeyên ku ji bo mûnê tên hişkirin "Îsot, Bacan, Fasolî, Miloxiyê ".

Rewşên amadekirina mûnê vê salê li ser koçberan zehmet e, ji ber ku ji zeviyên xwe yên çandiniyê dûr ketine ku bi awayekî asayî beşek jê dikirin mûnê. Lê îsal niçarin ku ji sûkê û bi nirxê buha bikirin.

Jina koçber Emşe El-Ebid got: "Ez di hişkkirina îsto û bacanê reş de dixebitin, ji ber ku îsal zêdetir ev peyda dibin.  Lê ji ber ku cureyên din ên mûnê buha tên firotin, min mîqdara kirîna zebzeyan kêm kir. Min savar û birinca ku mehana wekî alîkar ji me re tê bi zebzeyan guhert, piştî ku me têra xwe ji bo zivistanî hişt."

Dayika Emşe destnîşan kir ku mewsimê mûnê hîna di destpêkê de ye û got: " Em ê gelek zebezyan ji mûnê re bihêlin da ku pêwîstiya zivistanî bi cih bînin ku karibe zehmetiyên zivistanî li ser me sivik bike."

Koçbera bi navê Ferîde Reşo dibêje ku rewşa wan berî dagirkirina Tirk ji niha baştir bû ji ber ku sebze û fêkiyên ji bo lêçer erzantir bû.

Ferîda diyar kir ku malên wan ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dizî û talankirin, di nav de mûnê ya ku bi zehmetî amade kirin bû.

Tê zanîn ku rêverberiya kampa koçerên Girê Spî rûberek bi qasî 60 donim erd ji bo koçberan bi sebzeyên havînê çandin û bi nirxên pir erzan da ku her koçberek karibe bikire.

Nêzî 3 hezar û 531 koçber ên xelkê bajarê Girê Spî û gundewarên wê û navçeya Eyn Îsa di kampa Eyn Îsayê de hene. Kamp piştî êrişên dagirkirinê yê artêşa Tirk çeteyên wê yên 9’ê Cotmeha sala borî hate avakirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wHJnAUFx_50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>