El-Serac wezîrê hundirîn ji kar sekinand

Hate ragihandin ku serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac wezîrê xwe yê hundirîn Fethîn Paşa Axa yê li Tirkiyê ji kar sekinand.

El-Serac wezîrê hundirîn ji kar sekinand
29 tebax, 2020   05:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê gotin, serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac wezîrê xwe yê hundirîn Fethîn Paşa Axa yê li Tirkiyê ji kar sekinand û Xalid Ehmed El-Tîcanî li şûna wî erkedar kir.

Hate ragihandin ku Paşa Axa, bêyî agahiyên El-Serac li Tirkiyê ye.

Di daxuyaniya Meclisa Serokatiya Lîbyayê de hate gotin,  der bare doza xwepêşanderan lêpirsîn bi Paşa Axa re tê kirin.